SIDEKAN – Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, artêşa Tirk a dagirker, di van kêliyan de li herêma Bradost gundê Sîran ê girêdayî bajaroka Sidekan a Hewlêrê topbaran dike.
Derbarê topbarana ku hîn dom dike de, zanyariyên berfirehtir nehatin bidestxistin.
Balkêş e ku artêşa Tirk di nava 2 rojên dawî de cara sêyemîne ku êrîşî gundê Sîran dike.