NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera Komalên Jinên Ciwan hate nû kirin. Bi şiyara “Jin azad nebe, civak jî azad nabe” malpera Komalên Jinên Ciwan hin betir bi rengê jinên ciwan û awayekî aktîf dest bi weşana nû kir.
Di malperê de beşên wek “Pênûsa Jinên Ciwan, Jineolojî, Şehîd, Rêber APO, Nûçe” û hwd. cihê xwe digrin. Malpera jinên ciwan bi mijarên nûjen, bi bîranînên şehîdan, bi nivîsên ji zanîstiya jinê Jineolojî û bi nirxandin û dahurandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê rêvebirin.
Linka Malperê ya nû wiha ye: https://www.komalenjinenciwan.com