HELEB – Maça yekemîn a turnuvayê di navbera tîma Berxwedan a girêdayî Partiya Yekitiya Demokratîk û tîma Serdem a Yekitiya Werzîşê li stada Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd destpê kir. Stad dikeve kolana 20 a di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de.
Di dawiya maçê de tîma Serdem bi encama 15-9 li ser tîma Berxwedan bi serdikeve.
Turnuva dê heya 24`ê Hezîranê bi tevlibûna tîmên ciwanan ên girêdayî saziyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûd bidome.