BEHDÎNAN – Gerîllayên Azadiya Kurdistan bi sala 2019’an re hem li Bakurê Kurdistan hem jî li Başûrê Kurdistan derbe li ser derbeyan li leşkerên dagirker ên tirk dixin. Ji Serhedê heta Çelê, ji Amedê heta Xakurkê hêzên gerîlla bi çalakiyên xwe li dijî dijmin ew şaşo maşo kiriye. Hêzên gerîlla li Xakurkê rê nadin artêşa tirk a dagirker, her wiha di demên dawî de li Bakurê Kurdistanê jî çalakiyên gerîlla zêde bûne. Amed jî cihekî wusaye ku Gerîlla derbên giran li dijmin dixe. Di dîrokê de jî Amed hertim ji bo dewleta tirk a dagirker metirsiyek mezin bû. Amed bi Tevgera Azadiyê ve ji gelek qehremaniyan şahîdî kiriye û rê nedaye dagirkeriyê.
Dewleta tirk a dagirker ku Amedê wek “Qendila biçûk” binav dike her sal bi dehan operasyonan lidar dixe. Ev operasyonê dijmin hertim bêencam maye û dijmin bi gelek wendahiyan neçar maye xwe şunde vekşine. Dijmin bi operasyonê xwe diketin rewşa “siwar hatin peya çun” û bi şerê taybet hewl didan wendahiyên xwe veşerin û operasyonên xwe serkeftî bidin nîşandayin. Hêzên gerîlla bi dimen û weneyan ev şerê taybet vala derxist û her çalakiya pêk anî bi dîmen îspat kir û nîşanî cihanê da.
Hêzên gerîlla di demek kin de nêzî 16 leşkerên dagirker ên dijmin kuştin, 3 çalakiyên Suîqest pêk anîn û 2 qûleyên çavderiyê û 1 helîkoptera tipa Kobra ruxandin.