NAVENDA NÛÇEYAN
Wek teqes tê zanînku dewleta tirk ketîye nav tengasîke wisa mezin ti rêbazên nav derketine nabîne. Siyaseta hindurîn de têkçuyuna hilbijartinê û metirsî, fikar û bê gumanîya alîgirê AKP bi awayekî eşkere xuya dike. Her wisa siyaseta derva jî nav Rusî û NYA çuyin û hatin, zane ku kîjan alîda bizivire yê hinda bike ber van sedema sîyaseta derjî hilweşya ye.
Rejîm siyaseta der navbera NYA û Rusîda ketîye nav tengasîyê, siyaseta hindurda jî dema sendroma xilasbuyineye herî zor di jî. Ev 40 salin aborîya xwe hemû dabun şer û wek wê sîyaset dimeşandin wê dîsa li ser şer û mirinê sîyasetê bimeşîne ji boy jîyana xwe bi domîne dixebite.
Dîktatoriya AKP-MHP ku Dı 2015 an virda bênavber hember tevgera azadîyê operasyônên ezmanî dimeşandin bi naha jî operasyona navê xwe lep (pençe) bi qada Xakurkê dan destpêkirin Helbet armanca vê operasyonê ya sereke krîza aborî û sîyasîyek jîyan dike, derketina wêye holê veşêre.
Ji ber ku Erdoğan bi vê operasyonê ne tenê sîyaseta der, her wisa dixwaze bi sîyaseta hindur dajî bi awakî zorê deshilatdarîye bike û bi vî awahî peşîya tekçuyînê bigire. Bi vi yekêva muxalefetê hember hêza iqtîdarê serî lê bejêr ke û bike ser gotîa an qaşo (bekâ)
Ew gotina (bekâ) ku dema hilbijartine 31 Adar ê nehatibu girtin dixwaze bi vê carê rîya operasyona ser tevgera azadîya Kurd nû bide şînkirin û muxalefeta bi hember xwe wek gefxwarê ewlehîyê bide nasîn, û berî hilbijartina 23 yê Hezîranê li Istenbolê nakokîyan nav hilbijartvanên Kurd û CHP derxwe her wisa pira navbera wanda hilweşîne
Bi kurtasî armanca pevçuna (pençe) zêdetirî operasyoneke leşkerî, operasyoneke bi hesabê tengasîya iqtîdara Erdoğan der û hindur ketîyê anîne rojeva operasyana ku dewleta Tirk û hukumeta wê li Xakurkê dayî destpê kirin. ji alîyên Wan ve gelek sebebê wê hene.
Yeke min : Pêvajoyê ve girédayî devleta Tirk planên ku dixwest li rojava kurdan tine bike vale derketin . We gavên ku dixwest li rojhilatê firatê û minbicê bavêjê nebû ji ber vê yekê berê xwe da herema Kurdistanê Hukumeta Tirkiyê ketibû rewşekî xirab da.
Hukumet da ku vé rewşê derkeve ji ber vê ye kê hukumeté dixwest xwe ji raya giştîre xwe bide ispatkirin va ye rewşa me baş e . Ev operasyonên he kirin rojeva xwe da.
Duye min;Devleta tirk li van herema demê borîn de jî gelek operasyon kiribûn. 1995 de çelik operasyon 2008de güneş operasyonu yani zap operasyonu îro jî pençe operasyonu nêzi 30 operasyon kirine. Yek tenê jî nebûye çareserî.Tenê dewleta tirk ji alîyé aborîde ketiye tengasiyê de ú operasyonê wan vala derketine.
Armanca van operasyonên devleta tirk nehêle hêzên kurd derbazî bakurê Kurdistanê bibin û wan tasfiye bike.
Lê belê çawa ku dewleta tirk berê jî serneket îro dîsa jî wan operasyonên xwe da têkçû.
Bi rastî operasyona Zapê mînaka vê ya herî berbiçav e. Ger bê bîra me 2008’an de artêşa Tirk operasyonek li dilê Qada Parastina Medyayê qada Zapê li dar xist û li hember berxwedana gerîla ya qehremanî gelek mezin têk çû. Têkçûyîna artêşa Tirk ya li qada Zapê, di dîroka artêşa Tirk de bû destpêka şikestinek cidî û vê şikestinê di her demê xwe dubara kir û dubara kirinê dom dike.
Sêyemin; şerê di navbera ABD û Îranê de diqewime vezelan e. Dewleta Tirk ji vê vezelanê sûd werdigire û hêza xwe rapêş dike. Hikûmeta AKP û çeteyên wê ji bo di rojhilata navîn de bigihêjin hedefên xwe vezelana di navbera ABD û Îranê bikartînin lê dawiya xwe amade dikin. Ji ber ku tê xuya kirin piştî Îranê ABD’yê dewleta Tirk hilde hedefa xwe.
Îro operasyona Pençeyê ya artêşa Tirk a dagirker û hikûmeta wê da destpêkirin aqûbeta wê jî yê bibe wek aqûbeta operasyona Zapê.
Ji ber ku ev operasyona ji bo hikûmet xwe xilas bike û li ser qriza aborî û siyasî bigire, bi propaganda “ Welat, Gel, Sakarya” ve çavê gel girê bide operasyona dagirkeriyê destpêkir. Ji ber wê israra hikûmetê ya şer wê dawiya TC û hikûmetê amade bike. Hikûmeta ku hewl dide gelê Kurd tunne bike atîfe ya xwe tunne kirinê dijî.
Sara Gulan
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê