ŞENGAL – Çeteyên DAIŞ’ê li nêzî gundê Hellûş ê bajarokê Medîwanê yê Şengalê, saet di 05:45’an de bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrîşî nuqteya hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir.
Hêzên YBŞ’ê bersiv da çeteyan û şer derket. Di şer de YBŞ’ê êrîş şikand.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, YBŞ’ê bersiveke tund da çeteyên DAIŞ’ê û wesayîteke wan a bombebarkirî rûxand û çeteyên din neçar mane paşde birevin.
Der barê kuştî û birîndaran de agiyeke zelal bi dest neket.