QAMİŞLO – Li Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Xakurkê şênîyên Qamişlo nerazîbuna xwe bi çalakiyek girseyî da nîşandan. Şênîyê Qamişlo bi meşek girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.
Daxuyani bi deqeyek rêzgirtin hat destpê kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin;
“Hevalên ku ji destpêka şoreşê heta niha di nava şoreşê de cih girtin em serkeftinê ji wan re dixwazin. Em ê heta dawî li hemu bajaran piştgirî bidin. Êrîşên ku li herêmên parastina medyayê êrişeki bêehlaqî, bê wîcdaniye. Li ser kuştina vî gelî kîjan hikmet û dewşet dibe bila bibe emê bêdeng nemînin û em bêdeng namînin. Rêber Apo xwedîyê fikir û felsefeya azadiyê gotiye “milet îradeye xwe bide nîşandan” gerek em wekî milet qebul nekin kî dibe bila bibe îro Xakurkê, Qendil, Parastina Medyayê tevahî hêviyê me ne, hêviyê pêşeroja me ne. E tu carî dev jî tekoşîna xwe bernadin.”
Meş bi dirûşmên ji bo gerillayan û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve dawî bû.