TEBQA – Bi dirûşma “Li ber xwe bide, tê bikoşe û azad bibe” yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê dest pê kir.
Di konferansê de rêvebera Desteya Ciwanan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mediya Mihemed axivî û îşaret bi têkoşîna jinan a ji bo rizgarkirina jinan ji zoradariyê û bi taybet berxwedana wan a di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de kir.
Paşê bi navê Buroya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha Mihemed lidarxistina konferans pîroz kir û tekez kir ku jinên ciwan dikarin xwe bi rêxistin bikin û tevahî civakê bi rê ve bibin.
Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hinid Elî behsa jiyana jinan di salên dagirkeriya DAIŞ`ê de kir. Hinid got çeteyan di asta yekemîn de ciwan dikirin hedef û tekez kir ku ciwanan piştî rizgarkirinê xwe bi rêxistin kir û hebûna xwe îsbat kir.
Piştî wê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Medîha Mustefa, ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Tebqayê Necma Ebid lidarxistina konferansê pîroz kir û diyar kir ku ew bi hêvî ne ku kesên werin hilbijartin erka xwe pêk bînin û jinên ciwan azad bikin.
Paşê sînevîzyon li ser têkoşîn û berxwedana jinan a li herêma Tebqayê hat pêşandan.
Tê payîn ku di konferansê de nîqaş li ser rêziknameyê werin kirin û Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan were hilbijartin.