BÊDLÎS- Piştê navend û şaredariya Tetwanê vê carê jî tabelaya Şaredariya bajaroka Tatîk(Yolalan) hate rakirin û tenê tabelaya Tirkî hate danîn.
Bloqa faşîst AKP-MHP’ê ji aliyekî ve diöe Kurdistanê û têgeha Kurdistan û Dersim’ê bikartîne ji aliyekê ve jî li hember zimanê Kurdî bêtehmulliyek nijadperest tê jiyîn. Piştê ku serokê şaredariya Bêdlîs’ê Nasrullah Tanglay tabelaya Kurdî ya şaredariyê rakir, li Tetwanê şaredarî û goristanê jî tabelaya Kurdî hatibû rakirin. Îro jî hate zanîn ku şaredariya bajaroka Tatîk’ê tabelaya Kurdî rakiriye.