NAVENDA NÛÇEYAN
Weke tê zanên PDK partiyeke ji aliyê eşîrekê ve hatiye damezrandin. Ji ber avakirina li ser bingehê eşîrtiyê, sedema sereke ya negihaştina daxaza xwe ya di heremê de bibe hêz jî ev yeke. Her çiqas piraniya endamên eşîrê li Başûrê Welat jî be, li welatên Ewrûpa jî belav bûne. Malbateke dewlemend e û ji xizmetkariya dewletên derve re tu tuxûb/pîvanên wê tune. Ev yek ne wekî binyatî be jî lê kesên bûyîn serokê eşîrê ketine bin bandor û xizeta hêzên biyanî. Girêdana wan a bir der ve re û rêvebirina bi aqilmendiya dewletên biyanî esasgirtina wan, bi demê r ew ji Kurdistanîbûnê qut kirine.
Malbata nekarî li gorî dilê xwe heremê bixe bin bandorê de, xwestiye bi qûtek û xapandinê bandora xwe bide avakirin. Em dikarin bi hêsanî bêjin ev çanda xapandinê li heremê tune bû û paşê weke nexweşiyekê li nava gel belav bûye. Ger yên vê nivîsê bixwînin keseke ji vê heremê be, “dema kesekê bixapîne” dê bi xwe jî, ji ber tiştên dema xapandinê de hîs dike fêm bike ku ev tişt ne li gorî çanda wan ve ye. Ev malbat û serokeşîrên vê malbatê, li ser navê eşîra xwe tevlî kî rêxistinên li ser bingehên Kurdistanî hatîn avakirin bûne, derba herî mezin li wê tevgerê xistine. Rêxistinbûyînên Simko Şîkakî, Qazî Mihemmed û yên li Bakûrê Welêt hatîn avakirin bi rolgirtineke çalek a vê pêkhateyê têk çûyî ne. Bi kurtasî ev pêkhate, hêzeke li heremê bi alîkarî û xapandina hêzên biyanî yên dixwazin Kurdistanê bikin qada jêxweriyê tê xurtkirin. Ev hêzên he jî; Îngîltere, Fransa, DYE û Îsraîl a hîn 100 salê xwe li heremê ne qedanî ye. Ev ên me jimartî hêzên biyanî ne. Her wisa berî niha ji bo têkbirina rêxistina Simko Şikakî bi Îranê re hevkarî kiriye. Hevkariya îro ya bi dewleta Tirk re ya li himber PKK’ê jî dûbarekirina wê dîroka qirêj a îro ye.
Wekî berî niha jî me diyar kirî, stûnên sereke yên vê hevkariyê, hêzbûn û dewlemendiye. Hukûmeta heremê di encama bazirganiya bi dewleta Tirk re gelek dahatû stand bes Tirkiye ev dahatû neda wan. PDK ya bi salan e ev dahatû nestandî helwesteke yekgirtî nîşanî dewleta Tirk neda û ji bo li heremê bibe hêz peymana operasyona li qadên gerîlla destnîşan kir. Sedema kirina vê operasyona bi artêşa Tirk re aşkereye. PDK li heremê hêz û dirav dixwaze, dewleta Tirk jî qedandina gerîlla. Bi dewleta Tirkiye ya dahatûya bazirganiyê nedayî hukumeta herêmê re li ser qadên serîla bazar hatiye kirin. Tê gotin ku dê li deverên ji PKK’ê bên valekirin hêzên girêdayî PDK’ê bên cihkirin. Bêgûman ev gotinên tên kirin ne vale û bêwatene. Encamên çavdêriyên me yên ji heremê, van gotinan pişterast dikin.
5000 peşmerge ji bo armanca li qadên bi operasyona Xakûrkê verin dagirkirin bên cihkirin hatine amadekirin. Pirsên sala 2017 yê çima Kerkûk hate valekirin, sala 2019 yê bersivên xwe dibînin. PDK ya vegeriyayî tixûbên 2003 yê dixwaze li heremê bibe hêza yêkane ya serwer û bedela vê bi PKK’ê bide dayîn. Heremên ku xiyal dike bibe serwerê wê, ew heremên niha tuxûban diyar dikin. Bandora sereke ya carekê de operasyona Xakûrkê xistî rojeva Tirkiye, teqez PDK ye. Li hewara Tirkiye ya ji ber polîtîkaya xwe ya hundir û derve de ketî tengezariyê û li çareseriyekê digeriya PDK hat. Dewleta yekcar hewcehî bî alîkarîyê heyî, xwesteka PDKê ya”em ê alîkariyê bidin operasyona we, em deynê dahstûya neftê kî naxwazî lê em ê li qadên ji gerîlla bên valekirin cih bibin” bêyî ku bihizire pejirand. Ger bi kurtasî qala armancên li heremên tên xwestin bên kirin, operasyona Xakûrhê pêşniyara PDKê bû, Dewleta Tirka ketî tengezariyê dixwaze bi peymaneke bêyî windahî, gelek tiştan mezin dest bixe.
Dafik û planên PDK’ê bi Xakurgê naqede, bi destûrdayîna rêxistinbûyîna koma piştgirê DAÎŞ’ê yê herî hov, HÛDAPAR’ê li Başûr, dixwaze weke Dewleta Tirk, ya salên 90 li Bakûr xebtên Kontr-Gerîlla li bajaran dayî meşandin, li Başûr jî bide pêşxistin. Helbet bi nûjenkirin û rêbazên nû. Yane ne bi sûîkastan bi awayeke nermtir, bi gef, revandin, lêdan, îşkence hwd. Dema navê HÛDAPAR’ê tê bilêvkirin çi tê bîra we, hah ew! PDK partiyeke planên bi van rêbazan tên meşandin çêdike ye. Ji Tirkan zêdetir Tirk, ji DAÎŞê zêdetir DAÎŞ.
Bawer Întîkam
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê