NAVENDA NÛÇEYAN- Di serê meha havînê bigire heya niha li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê de şewat derketin û 110 hezar donim erd bû xwelî. Rêveberiya Xweser ji bo sedemê derketina şewatê bibînin xebat da destpêkirin. Şewatên derketî gelemperî Daîşê digirt ser xwe lê rojîn derbasbûyî de Venêrgeha Mafê Mirova ya li Suriyê dîmenên ku parvekirin de tê xuya kirin ku leşkerekî Tirk şewatê destpêdike. Piştî van dîmenên ku derketin holê de diyar bû ku pirsa kê van şewata derdixe bersiva xwe dît. Şewat bi zêdehê bajarên wek Qamişlo, Dêrîk û Amûdê yê sînorê Tirkiyê de derdikeve. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê zeviyê gel dişewîtînin û ev mijar jî piranî di rojeva çapemeniyê de ye.
Şewatên Bakur û Rojhilatê Suriyê hemû DAİŞê digirt ser xwe!
Berê jî li Minbîc û Reqqa’yê şewat derketibû ev şewatan DAÎŞ girtibû ser xwe. Piştê dîmenê ku derketin holê, derket holê ku fikra “şewitandina zeviyên Genimê” aîdê ki ye. Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên li ser herêmê dike, bi destpêkirina havînê ve destpê şewitandina zeviyên genim a gel kirin. Her çiqas tedbîrên ji bo mudaxalekirina şewatan hatibe girtin jî, heya niha 110 hezar donûm erazî veguherî xweliyê.
Dewleta Tirk vê çalakiya xwe ya qirêj ne tenê li Rojava li Kurdistana Bakur û Başur jî pêk tîne.
Dewleta Tirk vê çalakiya xwe ya qirêj ne tenê li Rojava li Kurdistana Bakur û Başur jî pêk tîne. Dewleta Tirk a ku li herêmê her tim operasyonan dike eraziyên fêkî, cotkarî û daristanan dide ber agir. Artêşa Tirk sala çûyî jî li çiyayên Gabar, Cudî, Kato, Herekol, Çirav û Mawa, li Dersîm’ê, Amed, Mêrdîn û Amanos’an şewatan derxistibû, him ji gel re him jî ji xwezayê re ziyanek mezin dabû. Bi vê dixwaze berhemên çavkaniya debarê ya gel xelas bike û gel bîne asta ku nikare debara xwe bike û ji xwe re girê bide. Dewleta Tirk a ku her sal bi heman rêbazê gel bezar dike, bi vê rêyê dixwaze gel ji Kurdistanê koçber bibe. Ji dewleta Tirk a ku neyartiya xwe ya Kurdan aniye asta ku gel birçî bihêle re ji saziyên navnetewî tu bertek dernakeve. Dewleta Tirk, neyartiya xwe di her firsendê de, bi pêkanîna her rêbazê ve nîşan dide. Li dijî vê rewşê bersivek an jî yaptirimek çêbibe an na niha pirsa meraqê ye.