NAVENDA NÛÇEYAN
Operasyona dagirkeriyê ya Artêşa Tirk a li Xakurkê ku di 27ê Gulanê de dest pê kiribû berdewam dike lê divê bêdengiya dewletên herêmê ya li hemberî dagirkirinê û piştgiriya wan ên îstîxbarî û hevbeşiya wan were nîqaşkirin. Lewre êrîşên ku li Başûrê Kurdistanê tên kirin, sînora dewletekê din binpê dike. Operasyona ku bi ser navê “ewlehiya sînorê“ hat destpêkirin, rastî berxwedanek mezin ên gerilayan hat û ji ber ku dewleta Tirk windahiyên mezin didin hêzên pêşmerge sewqî herêmê hatin kirin. Ango di vê operasyona dagirkirinê de hevbeşiya Rêveberiya Federal a Kurdistanê û Desthilatdariya Navendî ya Iraqê jî misoger in. Armanca operasyona TCê ya li Başûrê Kurdistanê û bi teybetî jî li Xakurkê, bidestxistina hilbijiartina ku nêzîk dibe ye û tişta ku nekarîn bi dest bixin jî bi ser riyên medyayê qezenckirin e. Ji ber ku girseyên partiyên dijber werin qezenckirin, operasyonên wek hanê di demên hilbijartinan de tên destpêkirin. Helbet, bi tena serê xwe nikare operasyonek wek wisa pêk bîne; ne teknîka wê ya leşkerî, ne jî hêza wê ya leşkerî di wê zerengiyê de ye. Hêzan wan ên hinek cihan bigre her çiqas hebe jî nikarin hêzên xwe li wir bi cih bikin. Ji ber ku helwestên gel çênebin, dixwazin pêşmergeyên Barzanî bi cih bikin. Di 27ê Gulanê de ji PDKê ve ji Hêzên Teybet a Barzaniyan re ( ji du beşan pêk tê ) talîmata amadebûyînê hat dayîn. Heman rojê li Xakurkê û Şekîfê êrîşên Dewleta Tirk dest pê kir. Li vir armanc, weke li İdlibê avakirina cihên çavdêriyê ye. Ji ber vê jî dewleta Tirk, teqez e ku bi PDK û desthilatdariya Iraqê re hevpeymana “Hevbeşiya Leşkerî” çêkiriye. Piştî serdana Enqereyê yê Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ev operasyon dest pê kir. Li hemberî cihên ku Dewleta Tirk bi cih bibin ew jî bi cih bibin û ji ber wê jî di sê cihên stratejîk (Xeta Şeraniş û Geliyê Pizaxa, Xeta Çemço Metîna û Xeta Barzan, Mêrgesor û Çoman) de dixwazin hêzên Barzanî bi cih bikin. Van cihan, cihên pêwendiyê ya Qada Parastina Medyayê ne. Dixwazin bi ser van cihan tevgerên gerîla bixin bin qontrola xwe.
PDK, ji bo piştgiriyê ji Dewleta Tirkiyeyê çi dixwaze?
Hêzên Teybet a Zerevanî yê ku (ji 600 kesan pêk tê û hêzekê ji Pêşmergeyên Rojê û Pêşmergeyên Dij-Terorê ne ) girêdayî PDK ye û di bin destê fermandar Azîz Weysî de ye, bi sê balafiran derbasî İncîrlîk a Tirkiyeyê bûne û tê îdiakirin ku ji wir jî bi cilên leşkerên Tirk li ser Kanîmasiyê derbasî Heftanînê bibin û bi cih bibin; dibe ku dezenformasyon jî bibe. Ji bo ku li Heftanînê bi cih bibin çûyîna wan ên İncîrlîkê gumana çêdike. Dibe ku rast jî be lê dibe ku ji bo armancek dî jî ev pêk hatibe. PDK, her û her ji bo ku Pêşmergeyên Rojê li Rojava bi cih bike çi ji destê wê were wê bike. Heke em bala xwe li pêvajoyên dawiyê bidinê, xuyaye ku PDK wek berdêla operasyona Xakurkê ji Tirkiyeyê tiştan bixwazin. Dibe ku Hêzên Zerevanî bişînin Efrînê. Jixwe li Sidekanê hê jî piştgirî didin Dewleta Tirk. PDK, li aliyê Sidekanê hêzekê mezin ên bi çekên giran amade kiriye; dixwaze xeta gundên Kanî Kifir, Bûjanê, Kanîqirêj û Şêxzade bigre. Dîsa ber bi gundên Berbizina û Geliyê Mihacira ve tevgera PDK heye. Li vir armanca PDK, qutkirina têkiliya Xinêre û Xakurkê ye û dorpêçkirina wê heremê ye.
Operasyoneke Him Herêmî Him jî Navneteweyî ye
Li gor van agahiyan em dikarin vê bêjin; Armanca Dewleta Tirk a dagirker, bi navendên îstîxbarî û qerekolan ku bi salane tê çêkirin re û dîsa bi hemû operasyonên leşkerî re dixwaze Başûrê Kurdistanê û petrol bixe bin qontrola xwe. Plan hatine kirin, lihevhatinan jî him di warî herêmî him jî navneteweyî de hatine çêkirin. Ê ku tenê asteng dibe jî Tevgera Azadiya Kurd, ango PKK ye. Ji ber wê jî di şexsê PKKê de qetilkirina Kurdan armanca esas e. Ji ber ku planên Dewleta Tirk a dagirker heye ku Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Her çiqas “Bi PKKê re têkoşîn, ewlehiya sînoran“ gotibin jî armanca esas avakirina sînorên Osmaniyan e. Ji ber vê jî ji niha ve bi şêrik û hevbeşên xwe ve sînoran xêz dike. Ji hêzên herêmî re ji bo ku planên xwe veşêre, dibêje “ev operasyon li hemberî PKKê ye“. Lê di rastiyê de jî operasyona Xakurkê, operasyona bidestxistina axên Iraqê ye.
Navendên MİTê û têkiliyên Tirkiye û PDK ku li hemberî PKK pêk tê, ji bo dagirkirina Başûrê hêsanî pêk tînê. Weke di paşerojê de dihate dîtin her ku têkiliyên Tirkiye û PDK bi pêş ket, îstîxbarata Tirkiyeyê ji Zaxoyê hetanî her cihê li Başûrê Kurdistanê xwe birêxistin kir û hê jî berdewam dike. Di sala 1994an de Dewleta Tirk û Desthilatdariya Kurdistanê lihevhatinek çêkir û Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 20 qereqol û navendên MİTê ava kir. Li herêmên Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Diyana, Duhok, Batufa, Bamernê, Amediyê û Kanîmasiyê qereqol û navendên Dewleta Tirk hene. Li van herêman Dewleta Tirk û piştgirîvanê wê ya herî mezin PDK, li gor projeyên MİTê gelek qereqol û navendên îstîxbarî hatibûn avakirin. Ji bo ku bi zelalî were fêhmkirin em dikarin wisa jî bêjin; qereqol û navendan ku ji bo dagirkirina Kurdistanê hatine avakirin, bi destê PDK hatine avakirin.
Dagirkirin derbasî merhaleya jorîn bû
Dewleta Tirk, ev 35 sal in her çiqas bi xwesteka dagirkirina Başûrê Kurdistanê tevgeriyabe jî her carî rastî li berxwedana PKKê hat û nekarî bi pêş bikeve. Ji ber ku operasyonên derveyî sînorê têk çûbûn, qampên îstîxbarî yên ku li xeta Hewlêr-Duhok-Zaxo ava kiribûn veguherandin qereqolên mezin a leşkeriyê û bi hezaran leşker û wesayîtên zirxî bi cih kirin. Bi hevbeşiya PDK ve, ji bo ku Qada Parastina Medyayê were dorpêçkirin li hevrastê sînorê qamp tên avakirin. Qampên ku ji Deriyê Sînorê ya Xabûrê dest pê dike, wek hevrastê sînorê heyanî herêma Soranê dirêj dibe.
Lê helwesta gel ligel van navendan û piştgiriya gel her ku diçe bilindtir dibe. Gelê Başûrê Kurdistanê ku naxwaze navendên MİTê li ser axa wan bibin, êdî dizane û pêwîst e ku li hemberî van êrîşan bêjin “raweste“. Ji ber vê jî Qereqola Girê Biyê ya Zaxoyê ku di tevgerên dagirkirinê de bi awayekî çalak tê bikaranîn, ji aliyê hêzên xweparastina cewherî ve hat lêxistin û herî kêm 20 leşkerên Tirk hatin kuştin. Her çiqas rêveberiya herêmê bêdeng bimîne jî helwestên gel û pêşketina rêxistinek li hemberî van qereqolan ku sedema gelek komkujiyan in, tê dîtin.
Leyla Botan
Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê