Stêrk Garzan
MÎNA QAZÎ:Dîroka siyaseta Kurdan de Mîna Qazî kesayetek girînge. Avakirina komara Mahabadê de roleke mezin dileyîze. Mîna Qazî jina Qazî Muhamed e.
Mîna Qazî sala 1945 an de tekoşîna jina Kurd de gaveke nû diavêje û rêxistina Yekîtîya Jinên Kurdistan avadike. Bi xwe jî dibe serokê wê rêxistinê.
Dîsa Komara Mahabadê de erkên girîng digire ser milên xwe. Kovara jinan derdixe.
Piştî ku komara Mahabadê hildiweşe şûnde jî Mîna Qazî tekoşîna xwe di warê siyasî de dide berdewamkirin. Bi caran tê girtin û di îşkence
RİNDÊXAN:Piştî serhildana Şêx Seyîd şûnde di bin navê Şark İslahat Planî pêk anînên ku li ser Kurdan tên kirin, dibe sedem ku ji milê gelek eşîrên Kurdan ve berxwedan pêşbikeve. Ew berxwedanên eşîran weke serîrakirinên biçuk jî tên binavkirin. Jiber ku berxwedaniyên wan eşîran qut qutî û bi herema xwe re sînordar dimîne wusa tê gotin.
Yek ji wan eşîran ku bi berxwedaniya xwe deng vedaye eşîra mala Eliyê Yunise. Mala Eliyê Yunus herî bêtir bi berxwedaniya keça Eliyê Yunus RİNDÊXAN deng vedide.
RİNDÊXAN bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe jî dibe efsaneyek. Rindexan ji destpêkê heyanê têkçûyîna şer de, weke egîdekê pêşengiya şer dike.
Lê di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê matmayî dimîne.
Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindexanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarin li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim”
Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axên bavê te li ku diqede dike. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye. Tu dikarî piştî Pira Malabadê bibî xwediyê min”
Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindexan dibê “ez dixwazim herî dawî li axa bavê xwe binêrim” û destûra ku biçe ser Pira Malabadê dixwaze. Piştre xwe davêje çemê Batmanê.
Gotinên wê yên dawîn li Pira Malabadê wuha bilind dibe;
Ez im rinda Rindexan
Keça mîr û axa û çiyan
Ey tirkê Tacik
Karê we çi ye li van çiyan
Rinda bûye namdar
Ez dimirim, birîndar û bê zar
Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar.
GÛLNAZ XANİM: Di dîroka egîdiya jinên Kurdan de mînaka din a balkêş jî Gûlnaz Xanim e.
Gûlnaz Xanim, serhildana Agîrî de di rêza herî pêş te nava serhildaran de cihê xwe digire. Ji bo parastina sîvîlan bi artêşa Tirkan re ketiye nava şerên dijwar de. Tê gotin ku ” dibe tirsa dilê fermandarên Tirk” .
Pişt re dîl dikeve destên dijmin. Dema ku bira û kurê wê tê kuştin, dewleta Tirkan serî wan û serhildêrek din jê dike û tîne nîşanî Gulnaz Xanim dike. Û jê dipirsin “Ka bibîne tu vana nasdikî yan na!”.
Gulnaz Xanim biserbilindî nêzî seriyan dibe; Bi lingê xwe serê Îzzed Beg nîşan dide û tenê dibêje “Ev serê birayê min e”. Piştre serê duyemîn nîşan dide û dibêje “Ev jî serê lawê min e”. Dema ku tê ber serê sêyemîn bi dileke xemgîn dibêje “Heyfa viya bû, pêşmergeyekî xizmetkar û çalak bû”
Ew sekna Gûlnaz Xanim matmayî û bêdengiyeke kûr li ser fermandarên Tirk dide çêkirin. Piştre vedigere fermandaran û wiha dibêje; “Berxê nêr ji bo kêr e!”.
Gulnaz Xanim 3 sal di zîndana Milazgir, Mûş û di wargehên leşkeran de dîl digirin û didin xebitandinê. Piştî 3 sal şûnde îdam dikin.
HAFZA XAN: Ji Sulêmanê ye û Xwîşka Şêx Mehmûd Berzencî ye. Bi kesayeta xwe ya netewperver, jinparast, siyasî û wêjeyî derdikeve pêş.
Dema xwe de jibona hişyar kirin û perwerde kirina jinan hewildanên mezin dide û gelek xebatan pêş dixe. Mala xwe dike cihê perwerdekirina jinan.
Dema ku komara Mahabadê tê avakirin
yan re derbas dibe. Lê dîsa jî heyanê mirina xwe dest ji tekoşîna xwe bernade.
LEYLA QASİM: Leyla Qasim dîroka Kurdistanê de weke pêşeng û qehremanek şoreşger tê bi nav kirin.
Leyla Qasim, li Xaneqîn di nava malbateke hejar û welatperwer de jidayîk dibe. Li Bexdayê zankoyê ango beşa sosyolojî dixwîne.
Sala 1970 an de dema ku li zankoya Bexdayê xwendewane dibe endamê KDP a Iraqê. Bi wê awayê dest bi xebatên xwe yên azadkirina Kurdistanê dike.
Jiber ku tê gotin:” Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevlî xebatên şoreşgerî bibin” Leyla Qasim hirs dibe û bîryara wan gotinan vala derbixe derdikeve rê.
Li ser wê esasê jibona destxistina mafên netewî li Baxdayê dest bi xebatên şoreşgerî ên ciwanên Kurd dike.
Leyla Qasim bi rêhevalê xwe Cewad Hemewendî re di sala 1974’an de li ser rewşa sosyolojiya Kurdan gotarek (nutuk) nivîsandin. Lê jiber wê gotarê tên girtin û gotara wan jî bê ku belav bibe dikeve destên sîxûrên Bees.
28′ e Nîsanê 1974 an de Leyla Qasim bi çar hevalên xwe ve tê girtin û îşkenceyên pi giran de derbas dibin. Pişt re bi bîryara îdamê tên dadgehkirin.
Leyla dadgehê de wîha parastina xwe dike: “ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd yê ji xewa giran şiyar bin, ez pir kêfxweşim ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim”.
Dema ku Leyla Qasim dibin sêdarê marşa Ey reqîb dibêje.
Leyla ne tenê jibona mafên netewa Kurd serî radike, heman demê li hember rewşa jina Kurd jî serî radike. Di vê derbarê de wiha dibêje:” Heger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî yê hertim bê binpêkirin.”
Mamosta Cîgerxwîn di helbesteke xwe de li ser Leyla Qasim wiha dibêje:
Leyla keça Mît û Meda
Canê xwe da di ber me da
Bijîn heçî ku canfeda
Xweş bin ji te jar û geda
Leyla çiraxa şavreş e
Wê rû li Kurdan kir geş e
Kuştin bi me Kurdan xweş e
Zordarî êdî nameş e!
Leyla bijî, sed aferîn
Ji bo me bûye ol û dîn
Dîsa li min der hûn birîn
Heta cîgerê min bûye xwîn!
KEÇA NEXEDEYÎ: Keça Nexedeyî, yek ji jinên herî bi hêz ya serdema Komara Mahabadê ye. Navê wê yê rast nayê zanîn. Ji ber ku gel wê weke Keça Nexedeyî bi nav dikin.
Keça Nexedeyî, bi tekoşîn, egîdî û jêhatîbûna xwe nava civaka Mahabatê de binav û deng dibe. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Ji loma Nexedeyî, hîn di destpêka ciwantiya xwe de dikeve nava hewildanên azadiya Kurdistanê.
Di salên 1941-42’an de bi awayeke çalak beşdarî xebatên damezrandina komara Mahabadê dibe.
Rejîma Îranê ji bo vê têkoşera Kurd poşman bike û teslîm bigire êşkenceyên pir dijwar lê dike. Keça Nexedeyî bi mehan zincîran ve girêdayî dimîne û çavên wê tê korkirin.
Dema ku rejîma Îranê dibîne, Keça Nexedeyî ji berxwedaniya xwe dest bernade, wê çaxê di 1947’an de wê jina şoreşger darve dikin.