QAMİŞLO – Li navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê sê beş hene ku xebatên xwe çalak didomînin. Beşê muzîk sê komê xwe hene; Koma Ciwan û Koma Zarokan, du komê govendê her wiha komek ya ciwanaye û komik ya zarokane, yek jî komê şanoyê heye.
Di derheqaxebatên navendê de xebatkar, mamoste û xwendevanan ji Ajansa Nûçe Ciwan re axivîn û xebatên xwe nirxandin.
Rêveberîya çand û huner a Mihemet Şêxo Evîn wiha got: “Ev çar sale ez di nav xebatê çand û hûnere de cih digrim, her wiha ez di koma muzikê de jî cih digrım. Kar û xebatê muzîkê baş derbas dibe. Em li navendê piroveyên xwe yê muzîkê dikin, perwerde tembûr, gîtarê û bilûrê li vir dibînin, em hefteyê du caran dibînin. Komê muzîkê, şano û govend ne tenê li navenda Mihemed Şêxo derdikevin ser dikê. Komê me derdikevin ji derve jî li ser dikê wekî akademî, bajarên cuda di nava taxê de jî hunera xwe pêşkêş dikin.”
Mamosteyê Mûzîkê Ernesto Kerîm ku ji Cizîra Botana behsa xebatên xwe wiha dike û dibêje; “Heskirina min muzîkê pir kevine hevalê wekî Ş Serhed, Ş Delila, Ş Mizgîn û Ş Sefqan, min ji bo xwe kir mînak û ez ketim di nava karê muzîkê de, derketina li ser dîkê di festîvala ji bo min pir bû mereq. Piştê wî fêrbûna tembûr, gîtar, basgîtar, diramsbatêrî gelek amûrê muzîkê mirov dikare lêbide. Heskirina mirov liser muzîkê pir girînge, jixwe ew heskirin jî ji bo mirov dibe alîkar ku mirov fêrî muzîkê bibe, niha ez li vir mêze dikim ev xwendevan pir ji muzîkê re heye ku zu fêr dibin. Ger ku heskirina insan hebe tiştek niakre jibo wî/wê bibe astenk.
Xwendevanê muzîkê Mawa hesen wiha got: “Heskirina min a muzîkê ji zarokatîyê heye, ev şeş salê min ez di navenda çand û huner a Mihemed Şêxo de cih digrim. Ev kom pênc sale hatiye avakirin. Min destpêkê ji koma zaroka destpê kir, niha jî di koma ciwana de me em hêdî hêdî pêş dikevin. Di aliyê amurê de ez li kemanê dixim, hevalê me yên din li tembur û gitarê dixe. Koma me rihê hevaltî pêre heye û ji bo min tu pirsgirêk tune ye.”
Mamostey govendê, Mihemed Şêxo wiha got: “Ev heft sale ez di navenda çand û huner a Mihemed Şêxo de kar dikim. Karê min ez dersa govendê didim, lê ez ji bo her du beşê me yê din jî dibim alîkar, dersê bi awayekî, hem teorik hem jî piratîk tê dayin tevlîbûna endama jî pir başe. Du komê me li vir hene komek ya ciwana û ya zaroka jî heye koma ciwana ji şazde kesn pêktê hem jin hem xort koma zarokan ji deh kesan pêktê koma xwesere pırovayê wanji hefteyê sê carin. Me nihajî em amedakarıya festifala û şahiyan dikin.
NC/Denîz Rizgar