SILÊMANIYE- Îro li bajarê Silêmaniye Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Tekoşer li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Başurê Kurdistanê meşekî navendî li darbixistana. Her çiqas ciwanan ji bo meşê serlêdana Asayîşa Silêmaniye kiribûn û destur hatibû dayîn ku meş were kirin.
Îro berê ku meş destpêbike, hêzekî mezin li cihê meşê cih hate kirin ruxmê ku sdestur hatibû dayîn meş bi darê zorê ya asayîşa YNK’ê ve hatin astengkirin.
Li ser vê endamên Ciwanên Welatparêz, Jinên Ciwanên Tekoşer, Tevgera Azadî û Tevgera Jinên Azad li navenda Ciwanan daxuyaniyek hate dayîn.
Daxuyaniya ku li ser navê Ciwanan ji aliyê Hîva Kerkukî ve hate kirin de hate gotin; “Em wek ciwan me diyarkiribû ku îro meşekî navendî lidar bixin. Ev meşa me li ser esasa tevlîhevî derxistina li Kerkukê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Xakurkê bû. Her çiqas me ji Asayîşa Silêmaniye destur xwestibû û destur hatibû dayîn, îro meşa me ji aliyê Asayîşê ve hate astengkirin. Ev astengkirin jî beriya meşê çend seat berê bû ji mere agahî hate dayîn. Her wiha tu belgeyekî fermî nehat nîşandan.”
Kerkukî di berdewamiya axaftina xwe de wihaq got; “Tê zanîn îro gelê me bi êrîşên giran re rû bi rû ye. Qaşo ku YNK Kerkukê pîroz dibîne û wekî Qudusê dinirxîne, li hember tevliheviya Kerkuk’ê, derxistina Kurdan û bi cih kirina Ereban, şewitandina zewiyan re bêdeng dimîne û çalakiy3en ji bo van were kirin jî asteng dikin. Çalakiyê me li dijî dagirkeriyê bû, lê hate asxtengkirin. Astengkirina vê meşê ne exlaqiye. Em vê şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de çalakvanê greva birçîbûnê Herem Mehmud jî axivî û got; “Îro em li vir çend kesayetên Başur ji bo beşdarî çalakiya ciwanan bibin hatin. Me êrîşên dagirkerî şermezar bikira. Lê nehîştin ku meş pêk were, ji ber ku ev ketine bereya dijmîn. Ev 27 sale li ser planên dijmîn tevdigerin. Ev dixwazin gelê me teslîmê dagirkeriyê bikin. Lê em wekî gelê Başurê Kurdistanê dê her tim di nav tekoşînê de bibin.”
Daxuyanî bi siruta Ey Reqîp dawî bû.