EDENE –Hate ragihandin ku Yekîneyên Tolhildana Şehîd Rêzan Erzirom li taxa Ova ya Şakirpaşa’ya Edene’yê ji bo bîranîna Rênas Botan(Mehmet Zakîr Temel) a ku di êrîşê hewayî ya Zapê de şehîd ketibû li dijî polîsan çalakî pêk anîn e.
Dema ku polîsên Tirk a dagirker li taxê di nav kehveyê de ji gel re nasname dipirsiyan, endamên Yekineyê Tolhildanê bi hewayî fîşeng û bombeyên bi deng li wan xistiye. Polîsên ku derb xwarin ketin panîkê li derdorê belav bûn. Di çalakiyê de Amîrekî Polîsan a dagirker birîndar bûye.
Piştê çalakiyê hate ragihandin ku taxa Şaxirpaşa ji aliyê polîsên dagirker ve hatiye dorpêç kirin.