MÊRDÎN – Do bi şev agir bi sê Gundê Talatê yê Omeryanê û derdora wê ket. Hat ragihandin ku sedema derketina agir operasyonên leşkerî ne û mudaxaleyî agirê ji do de nayê kirin.
Her sal bi hinceta ‘pevçûn heye’ agir bi Çiyayên Omeryanê tê xistin. Îsal dîsa bi vê hincetê agir bi Çiyayên Omeryanê hat xistin. Gundiyên ku girêdayî Nisêbînê ne derbarê agir de axivîn û diyar kirin ku wan dengê bombeyan nebihîstine lê agahiya ku operasyon heye girtine.
Welatiyên li gund diyar kirin ku wan ji bo agir bê vemirandin bang ekîba agirkujê kirine lê bi hinceta operasyon heye û ewlehî tune ye agirkuj nehatiye. Welatiyan anîn ziman ku ji ber operasyona leşkerî ew nikarin mudaxaleyî agir jî bikin