NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a dagirker duh êvarê li Amediye’ya Başurê Kurdistanê bomberdimana cihên sîvîl kiribûç Di bûyerê de depoya benzînê xirabibû lê ji canê kesî re tişt nehatibû.
Her wiha dîsa dewleta Tirk a dagirker Gundê Sergelê û Gundê Kanê ku di nav bera rêyên esasî Gundê Guherê, Duhok, Amediyê, Şeladizê û Dêralokê de dimîne jî bomberdiman kiribû.
Di Êrîşan de gelek malên gundiyan zirar dîtin û depoya avê jî bû hedef.
Rudaw TV ya ku rola medyaya çalê ya AKP’ê li Başurê Kurdistanê dilîze êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser Amediye’yê li ser hesabê Twitter a fermî de wekî ku “Di buyerê de tu windahiyên can û malê nebûye” serwîs kir. Rudaw Tv a ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker wek êrîşekî nabîne, bomberdimana li ser sîvîlan wekî ku “buyerek” nîşan dide.
Rudaw Tv bi van nûçeyan dixwaze pêşiya berteka gel bigire.