BEHDÎNAN- Navenda Ragihandina HPG di derheqa çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya ŞEhîd Ronya û Şehîd Bager a li Xakurkê de daxuyaniyekî nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
Hêzên me li dijî tevgera dagirker a li Xakurkê, di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 11’ê Hezîranê de saet di 15.30’an de li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de çeperek hatiye rûxandin û 3 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistiye.
Di çarçoveya pêngavê de hêzên me di heman rojê de saet di 04.00’an de li dijî qereqola Tepê Ortê ya Çelêya Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hêzên me li çeper û stargehên di hewşa qereqolê de dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker saet di 09.30’an de Qada Dola Qominîsta bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.
XINÊRÊ
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Xinêrê ya Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di 12’ê Hezîranê saet di 20.00’an de û di 13’ê Hezîranê de (îro) saet di 07.0’an de bomberdûman kiriye. Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye.”