BEHDÎNAN- Navenda Ragihanidna HPG’ê di derheqa şerê li Dêrsîm’ê ku 5 Gerilla şehîd ketî de daxuyaniyek nivîskî weşand û di derheqa bûyerê de agahî da.
Daxuyaniya HPG wiha ye:
Di 9’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Cafer, Şehîd Welat û Çiyayê Sûsûzê ya Dêrsimê operasyonek daye destpêkirin. Di vê çalakiyê de kesê bi navê Şêxo Amed (Şeyhmûs Ozdemîr) piştî ku dîl ketiye destê dijmin, bûye kontra. Li gorî agahiyên ku vî kesî dane artêşa Tirk operasyona xwe li qadên Mêrga Çepera û Mêrganê domandiye. Ev operasyon bi qasî mehekê domiyaye û di 8’ê Hezîranê de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker şer çêbûye. Artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kiriye. Hêzên me di van şeran de li ber xwe dane. Di vî şerî de rêhevalên me Dîcle, Berfîn, Nûda, Havîn, Kînem piştî şerekî qehremanî şehîd bûne. Em ê nasnameya rêhevalên xwe yên şehîd piştre ji raya giştî re eşkere bikin.
Di 9’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li qadên Tavneş û Hingirva yên Dêrsimê operasyonek dane destpêkirin. Ev operasyon di heman rojê de ji qadê hatiye vekişandin.