GERMIYAN – Li navçeya Kelar a Germiyan xwendekarên ku zaningeh û peymangeh qedantine li ber avahiya Rêveberiya Germiyan çalakiyek lidarxistin û daxwawza tayînê kirin. Hinek ji wan xwendekaran nêzî 10 salene zanîngeh û peymangeh qedandine, lê hîn bêkarin. Herwiha xwendkeran bi daxwaznameyekê daxwazên de pêşkêşî Rêveberiya Germiyan kirin.
Di daxuyaniya xwendekaran de wiha tê gotin; “Divê kesên berê xwendina xwe qedandine, zûtir werin tayîn kirin. Hikûmetê hinek kesên van salên dawî xwendina xwe qedandine tayîn kiriye. Divê ti cudahiyê nexin di nava xwendekaran de. Divê tayînkirin ji aliyê partiyan ve pêk neyê. Ne di destê berpirsên partiyan de be. Herwiha divê her alî de tayînkirin pêk were.”