Navê min Arjîn Baz e. Sala 2014 an li Sêrt’ê tevlî nava refên gerîla bûm. Naskirina min a bi heval Şiyar re sala 2016 an de beriya çalaki bike çêbû. Agahiya me nîn bû ku wê heval Şiyar çalakiya fedaî bike. Pêvajoya civînê bû. Tevî ku ditîna me a yekemîn bu jî min hîs kir ku heval Şiyar ji bo çalakiya fedaî hatiye.
Ji hevalên rêveberiyê min pirs kir; “heval Şiyar ji bo çalakiya fedaî hatiye?” ji bo fêhmkirina min heval şaş man lê belê dîsa jî parvenekirin. Piştre, dema em li gel hev man min fêhm kir ku ev hîsê min rastin. Dibê ku min destpêkê tenê weke hîs girt dest, lê bêle dema em bi hevre çûn çend goreva û min li tevlîbûyîna wî a jiyanê, fedekartiya wî, girêdanbuyîna wî ya bi hevaltiyê re mêzedikir wî demî min fêhm kir ku, xwe bi giştî daye vê jiyanê. Dibe ku fermî nehat ragihandin, lê belê me mîsoger kiribû. Heval Şiyar hevalekî pir kevin nînbû, lê belê di birdoziya Serokatî de ewqas xwe kûr kiribû me her tim dixwest pê re nîqaş bikin. Me di got; “di demekî ewqas kin de çawa xwe wisa kûr kiriye?” Di jiyanê de keda wî her tim li pêş bû. Piştre di amadekariyên çalakiyê de em hîn bûn ku heval Şiyar ji bo çalakiya fedaî hatiye. Em jî tevlî amadekariyên heval Şiyar ê çalakiyê bûn. Tevlîbûyîna wî a jiyanê, hezkirina wî a li hember hevalên xwe pir cûda bû. Dema me erebe amade dikir jî heval Şiyar hemû ziraviyên wê bi xwe mîheng dikir. Dixwest di her ziraviyê vê çalakiyê de keda wî hebe. Ji bo ku heval newestin qed nedisekinî. Bi her şewazî xwe ji bo çalakiya xwe kilît kiribû. Ruh, mejî, tevlîbuyîna wî a jiyanê, kelecana wî a di amedekariyan de pir dida diyar kirin ku heval Şiyar ji bo serkeftinê heya dawî xwe daye ber. “Ez biçim çalaki bikim” ji vê bêtir dixwest bibe xwediyê çalakiyeke serkeftî. Rastî jî çalakiya wî bi vî şewazî encam bû. Sedema hilbijartina wî a vê çalakiyê li hember tecrîta li ser Serokatî bûyîna bersiv bû. Ji xwe di nameya xwe de vê mijarê pir zelal diveke, dibêje; “ez dixwazim bibim rexnedayîna hevaltiya xwe a kêm.” Çalakiya wî li hember qereqola Dûrê bû. Beriya heval Şiyar çalakî bike heval Heqî Pîr ji bo çalakiya fedaî hatibû qadê. Piştî heval Heqî şehîd ket em fêr bûn ku ji bo çalakiya fedaî hatiye. Heval Heqî ji bo çalakiya fedaî hatibû lê belê di esnaya operasyonekê de bi 6 hevrêyên xwe re şehîd ket. Heval Şiyar di namêya xwe de jî dibeje; “projeya heval Heqî ya ku nîv maye ez dixwazim temam bikim.” Ev jî nîşaneya girêdanbûyîna wî a bi hevaltiyê re ye. Ji bo ku hersbûyîna xwe di dijmin de biteqîne ev çalakî hilbijart û ji xwe re kir armanc. Çalakiya heval Şiyar jî li gor xeyalên wî encam girt. Di dilê dijmin de deng veda. Di nav civakê de jî yê ku heval Şiyar nasdikirin ji vê çalakiyê pir bandor bûn. Beriya biçe çalakiyê di mejiyê xwe de serkeftin dest xistibû. Nediyarbûyîn qed jiyan nedikir. Morel û coşa wê hêzek cuda di mirovan de avadikir. Ewqasî çi çalakiya xwe, ji birdozî û felsefeya xwe çiqasî bawer dikir. Bi çalakiya xwe gelek serbilind bû. Ya rast du heval Şiyar de ruhekê ku mirov qet nikare pênase bike hebû. Ew ruhê Serokatî di kesayetiya xwe de afirandi bû. Di got; “ez ber bi serkeftinê ve dimeşim.” Bi ruhekî wisa ve çû ser dijmin. Di nameya wî de hevoke ke wîsa heye; “min hewlda durust jiyan bikim, ez dixwazim bi durustî bigîhîjim nemirbûyînê.” Hevaltiya wî a paqij, pak, cewherî wî gihand bêdawîbûyînê. Heval Şiyar ji bo me bû nîşaneyek û xetek. Dema me bi hevre amadekariyên çalakiyê dikir min di dilê xwe de hestên pir tijî jiyan dikir.
Pîrozbûyîna çalakiya heval Şiyar hêz dida me, lê li kêlekê jî cardîn nedîtina wî me hestiyar dikir. Anîna ser ziman de rastî jî ez pir zehmetî dikşînim. Ji bo ku em wî bi coş û moral rêkin her tim me motîve dikir û wî bi xwe moral dida me. Hestên ku wî demî min jiyan dikir mîna behîtê bû. Heval Şiyar çalakiya xwe li hember qereqola Dûrê a girêdayî herema Şemzînanê pêkanî. Di herema Şemzînanê de him gelê me yê welatparêz him jî neyar jiyan dikin. Ji ber wê ev çalakî bandoreke mezin çêkir û dengveda. Cara yekemîn li heremê çalakiyek fedaî pêk dihat. Cihê ku heval Şiyar çû, noqteya ewlehiye bû. Di herema Şemzînanê de heval û dijmin her tim di nav hevde ne. Pêwîst dikir heval Şiyar destpêkê noqteya sehêtê derbasbike û wîsa biçe qereqolê. Heval Şiyar bi xwînsarî wê noqtê derbas dike û diçe qereqolê. Li pêşiya qereqolê disekine û xeyalên xwe yê mezin di dilê dijmin de diteqîne. Beriya çalakiyê dema amedekarî giştî xilas bûn me xatir ji hev xwest. Şeva 8 ê Cotmehê bû. Me nedixwest ji heval Şiyar qut bibin. Deqîqeyên dawiyê bûn, pêwîste em xatirê xwe ji hev bixwazin. Milekî hewaya cejnê milekî jî hewaya hestiyarbûnê li dilê me diket. Hevalan di amadekariyan de kedeke pir mezin da. Dema heval Şiyar axaftinên xwe yê dawî kir jî her tim behsa vê mijarê dikir, digot; “ez ê xwedî li keda we derbikevim.” Ev axaftinên wî yê hest, evîn, armanc û hevaltî tijî, dihişt ku atmosfereke hîn giran çêbibe. Çalakiya heval Şiyar ji ber ku serkeftî bû ev, di dijmin de ecîzbûyîneke pir mezin da avakirin piştî çalakiyê dijmin operasyoneke berfireh li ser heremê da meşandin lê belê, di vê operasyonê de tu encam negirt. Dijmin him pêşiya çalakiyê negirtibû him jî operasyona wî vala derketibû. Ji ber wê, vê neqlê berê xwe da gel û xwest cardin salê 90 î bidê jiyan kirin lê belê, dijmin encam negirt. Heval Şiyar di dilê dijmin de bû bombeyek, bi xeyal û armancê xwe dest bi vê meşê kir û ala serkeftinê li ser dilê dijmin de çikand. Çalakî û riya heval Şiyar ji bo me her tim xet û nîşaneya azadiyê ye.
Arjîn Baz