Dê dengên Kurdan di hilbijartina Şaredariya bajarê mezin a Stenbolê de diyarker bin. Kurd bi vê hêza xwe bûne diyarkerê sernivişta dewleta tirk. Ji liv û tevgera AKP û MHP yiyan diyare ku dê îmamoxlu bi serbikeve. Erdoxan û çeteya wî ya ku bi xwîna Kurdan xwe xwedi dikin, van rojan peyamanên nerm didin kurdan. Ev tê wateya ku rewşa wan xerab e. AKP ya ku dixwest li hûndir û derve xwe bidê pejirandin, bi siyaseta xwe ya bi navê “ pêngava Kurd “ çendî deskeftin bi dest xistibû. Bi kurbûna nakokiyên nava dewletê û di cendera ergenekoniyan û gûlenperestan de xwe avêtibû bextê Kurdan. Siyaseta Kurd jî ji bo pergala dewletê hilveşîne û rêxistina sîxur a ristemaliya nûjen ( kapîtalîma modern ) lawaz bixe AKP wekî amûreke bi kar anî. Vê siyasetê ergenekonî û cemaeta gûlenî bera hevdû da.
Di vê cengê de AKP piştevaniya cemaetê kir û di dadgehên ku ergenekonî di wan de di hatin darizandin de xwe wekî dadger nîşan dida. Piştî lawazketina Ergenekoniyan di navbera cemaet û AKP de şerê xwedîbûna dewletê rû da. Di vê demê de AKP bi aweyekî “hewara !min xelas bike “ xwe avetê piyên serokê gelê kurd. Tevgera Kurd bi fedakariyeke mezin; Dewleta tirk ji destê rexistineke sîxurî derxist. Şerê birêvebirina dewletê bi derbeya 15 ê tîrmehê bi encam bû. Dewleta tirk bi pêşbîniyên serok Apo xwe ji vê bobelatê parast. Ez nikarim çawaniya vê yekê li vir binivîsim. Rayedarên dewletê, nemaze ew kesên ku diçûn û dihatin îmraliyê baş dizanin. Baş e, piştre çi bû û îro rewş çi ye ? Kurdan piştevaniya darbekaran nekirin. Ger werê bîra we di rojên darbeyê yên pêşî de, li ser navê birêvebiriya PKK daxwiyaniyeke bi mabesta; ji bo dewleta tirk li sazgêrana xwe vegere, ji bo şerê navxweyî dernekeve û aramî desthilatdar bibe hatibû weşandin. Di nava wê gengeşiyê ev daxwiyanî nehate dît in an jî nexwestin werê dîtin. Erdoxanê ku ji xwe û malbata xwe pê de kesî nafikire, Erdoxanê ku xwînxwarekî pozbilinde, wekî hovekî ku ji bednên xwe rizgar bûyî êrîşî Kurdan kir.
Pêvajoya îmraliyê û maseya aştiyê ji nedîtî vê hat heta înkar kir. Tu dibe qey wekî hêzejkê Kurdan tu rola wan di van kerasetê ku dewlet tê re derbas dibe nîne tevgeriya. Her rayedarê tirk ê ku xwe wekî hêzekê dibine bi kuştina Kurdan dixwaze hêza xwe nîşan bide. Erdoxan jî ji Van kesên fehş e. Hetta serkêşê wan ê. Piştirîna 24 ê tîrmeha 2015 an bi vir de dewleta Tirk di asteke heta niha nehatiye dîtin de êrîşî Kurdan kir. Bi aweyekî hovane êrîşî bakûr, başûr û rojava kir û ev êrîş hîn jî domdike. Erdoxan ê dixwest tirkiye û Kurdistanê ji bo desthilatdariya xwe bike qada hespbezînê, kurd ji qada siyasetê dûrxistin. Ji wî weye kû tevgera azadiyê an go Hêza yekane ya bi rêxistinbûyî û mûxalif, ji holê rabike dê was jê re bibê baxê cinnetê. Gelê kurd bi berdêldayînên mezin li ber xwe da. Di tevahiya wê pêvajoyê dê bi hezaran şoreşgerên kurd û welatparêz şehît ketin..kûjerê van kesan hemiyan Erdoxan bi xwe yê û dê kurd vê yekê qet jibîr nekin. Ger erdoxan nedê jî dê neviyên wî hesabê vê yekê bidin. Dê gelê kurd yek bi yek hesab ji rayedarên dewleta tirk bi pirsin. Erdoxan û Bahçelî ji bo hilbijartina stembolê dixwazin xwe bi Kurdan şêrîn bikin. Bînalî yê ku li Amedê bi xayînên li dora xwe re bi gotina; “ Kurdistan di dema ataturk dê hebû “ û bi weşanên zindî yên feraseta KDPyiyan eşkere dikir ku di derbarê Kurdan dê çendîn bêehlaqin. “ bi gotina “ di dema Ataturk de ji kurdistabnê parlementer çûne meclîsê “ bi aweyekî nepenî eşlere kir ku îro kurdistanek tune ye. Bi gotina “ em dikarin qursên zimanê kurdî vebikin” henekê xwe bi Kurdan kir. Haqaretî Kurdan kir. Ev faşîstên bêehlaq hîn kurdî wekî zimanekî layiqî qursan dibînin. Berxwedana azadixwaz a kurdistanê hevgirtina erdoxan û bahçelî wekî hêzeke bilindkirina hizra netewebûyinê bi cih kir.
Piştî serpêhatinên pênç salên dawî kurdê ku baweriyê bi erdoxan û hevalbendên wî bîne divê ji namus û şerefa xwe bi şik be. Ji Erdoxan û çeteyên wî weye ku carekedîn wekî berê dê pişgiriyê ji Kurdan werbigire û vê yekê jî ji bo hilbijartina Stenbolê dixwaze. Ev bêehlaq Kurdan wekî xwe bêxîret û bîrkor dibîne. Ji giringiya hilbijartina stenbolê destê xwe dirêjî Kurdan dike. Lê kurd baş dizanin ku ew dest, destê biratiya derewîn in. Bi vê boneyê dê kurd gavên ku erdoxan û bahçelî ji holê rabikin bi avêjin. Beriya kota kirinê ez dixwazim çend gotinan ji bo kurdên oldar bikim. Ew kurdê ku bibêje “ ez oldar im loma ez dengê xwe didim Erdoxan-Bahçelî divê baş bizansının ku ligorî ayetên Quranê guhekariyeke mezin dikin. Ne tenê kurd ji gelên din jî yê ku bi hêstên oldarî tevbigere û dengê xwe bide erdoxan-bahçelî gunehkar in. Ji ber ku deng dayina kesên dis, derewîn, talanker, berjewendperest, bêdad gunehkariye. Divê kurd zanibin ku zanav û çanda wan ji ayetên Xwedê ne. Wê demê derewkar ji wan mezintir tûne ne ku zanav, Çand û zimanê we înkar dikin û bi navê kurd û kurdistanê dixwazin we bi xapînin. Bi pevrebûna bi wan kesên ku perwerdehiya bi kurdî qedexe dikin û di bêjin “ Kurdistan tune yê ger hebê ji di dema Atatûrk dê ma ye “ re dê we bike gunehkar…
Mehmet Gönen
Navenda Lêkolîna Stratejîk ê Kurdistanê