MÊRDÎN – Bi hinceta “pêvçûn heye” her sal agir bi Çiyayê Omeryan tê xistin. Agirê ku di encama pevçûnê de bi Çiyayê Omeryan hatibû xistin hîn didome. Do di saetên bi roj de gundiyan xwestin mudaxaleyî agir bikin lê leşkeran nehiştibûn. Hat hînbûn ku agirê ku nayê hiştin ku bê vemirandin li gundên li deştê belav bû.
Leşker nahêlin agir bê vemirandin!
Li gor îdiayên gundiyan tê gotin ku leşker nahêlin agirê ji Gundê Talat, Serêkaniyê, Çalê hatiye pêxistin, di encama operasyona leşkeran de pêk hatiye. Gundiyan xwestiye mudaxaleyî agir bikin lê leşkeran gotiye ‘Hûn dixwazin mudaxale bikin lê ji ewlehiya we em ne berpirs in’.
Agir li gundên deştê belav dibe’
Agirê ku di demek kurt de li qadek berfireh belav bû û nahêlin bê vemirandin ji çiya li gundên deştê belav dibe. Agirê ku ji rêya di navbera Mêrdîn-Nisêbîn xuya dike di saetên dereng de hinekî ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin. Lê hîn agir didome.