SILÊMANÎ – Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bigirin, berê xwe dan Qendîlê. Ciwanên ku berê xwe dane Herêmên Parastina Medyayê Qendîlê wê çalakiya Mertalên Zindî li dijî dagirkeriya Tirk bidin destpêkirin.
Ciwanên herêma Kerkûk, Silêmanî û Çemçemalê li Silêmanî kom bûn û wê bi beşdariya ciwanên Raperîn berê xwe bidin Qendîlê.
Ciwan bi coş û kelecaneke mezin diçin Qendîlê. Di karwana mertalên zindî de stranên berxwedana Zapê û berxwedana gerîla vedibêjin, danîne ser û dirûşmên li dijî dagirkeriyê tên gotin.
Ji derveyî ciwanên Başûr ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî piştgirî didin ciwanên Başûr û di nava çalakiyê de cih digirin.
Piştî ku ciwan gihîştin Qendîlê wê daxuyaniyeke çapemeniyê derbarê armanc û bernameya çalakiya xwe de bidin û paşê jî wê çadira mertalên zindî were vedan.