NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo Heskîf’a dîrokî li bin avê nemîne li ser medyayê kampanyaya îmzayê hate destpêkirin. Kampanya bi zimanê Tirkî û Îngilîzî li ser malpera Change.org bi du zimanan hate destpêkirin.
Kampanyaya ku 11’ê Hezîranê hatibû destpêkirin di nava çend rojan de nêzî 7 hezar kes tevlî bû û îmze kirin.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Hewldana Parastina Heskîfê bi salan e ji bo astengkirina projeya bendavê xebatan bi rê ve dibin.
Li ser nerazîbûnan 10’ê Hezîranê xebatên depokirina avê ya Bendava Ilisûyê hate rawestandin.