MÊRDÎN – Duh na pêr li herêma Omeriyan a Nisêbînê, ji ber pevçûnekê agir bi daristanê ketibû. Leşkerên dagirker nehiştibû îtfaiye mudaxileyî şewatê bike, lê belê îro gundiyan agir bi temamî tefand.
Li Gundê Çalê yê Herêma Omeriyan a Nisêbîna Mêrdînê duh na pêr di navbera leşkeran û HPG’iyan de pevçûn çêbû. Di dema pevçûnê de agir bi daristanê ket. Gundî û dildaran şewata li daristanê bi temamî tefand. Ji ber nehatibû hiştin îtfaiye biçe herêma agir pê ketiye, şewta berbelav bibû.
Li ser bangawaziya gundiyan, danê sibehê ji herêmê gelek mirovên dildar hatin û agir tefandin. Ji ber vê şewatê qadeke nêzî 300 donimî bi temamî şewitî.