STENBOL- Duh Malbata Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan ji aiyê Serzogeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.
Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç ji bo hevdîtinê bikin duh serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Dîsa jî birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emin Konar û wwişka Veysi Aktaş Sabiha Aslan jî bi heman armancê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.
Serlêdana hevdîtinê ya malbata hersê girtiyên din jî hate redkirin.
Dozgeriyê biryara dadgehê ya 22’ê Nîsanê weke hincet nîşan da û serlêdan redkirin. Piştê dawîanîna berxwedana grevan ji bo hevdîtine serdana duyem bû.