NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a agirker êrîşên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Hat diyarkirin ku balafirên şer yên dewleta Tirk weke her car di vê hefteyê de jî bê navber di ser gund û çiyayên herêma Kurdistanê re firiyan û cihên nêzî deverên sivîl topbaran kirin. Li aliyê din balafirên keşfê bê navber digerin.
Êrişên ku di nava heftiyekê de li ser gundên Başur pêk hatine wihane;
-Artêşa Tirk ya dagirker di 8’ê hezîranê de di saet 06.40’an ê sibehê de gundên Sîran û Xelîfan ên Biradostê bi dijwarî bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê agir bi erazî ket. Gelek ziyan bi jîngeha herêmê bû. Balafirên şer ên dewleta Tirk bi berdewamî li ser herêmê digerin.
-Her wiha Artêşa Tirk ya dagirker di 8’ê hezîranê de bi du helîkopteran dubare gundên Sîran û Kewerte yên Bradost bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê agir bi erazî ket. Welatiyan xwestin ku agir vemirin, lê artêşa Tirk dest bi gulebarankirina welatiyan kir û nehiştin agir vemirînin.
-Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 9’ê hezîranê de herêma Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir. Di encama bombebarana balafiran de ziyanên mezin bi bax û rezên gundiyan ketine û gelek ziyan bi jîngeha deverê ket.
-Balafirên artêşa Tirk di 10’ê hezîranê de gundê Bêrkim ê girêdayî bajaroka Sidekan a li herêma Bradost bombebaran kirin. Artêşa dagirker, bi hemwextî gundê Xelîfan ê girêdayî Sidekan jî topbaran kirin.
-Artêşa Tirk a dagirker di 10’ê hezîranê de herêma Bradost gundê Sîran ê girêdayî bajaroka Sidekan a Hewlêrê, di 2 rojan de cara sêyem topbaran kir.
-Balefirên şer ên artêşa Tirk di 12’ê hezîranê de benzînxaneyek li bajarokê Amêdî û cadeya Aşkê Dîrê ya li Komelgeha Kanê ku ew jî li nêzî Amêdiyê ye bombebaran kirin. Cihê ku hatî hedef girtin, rêya çûn û hatina welatiyane û nêzî malên welatiyanin. Ev benzînxane tenê 50 metre dûrî Liqa 18’an a PDK’ê ye.
-Balafirên Artêşa Tirk ya dagirker di 13’ê Hezîranê de gundê Guhersê, navbera gundên Sergelê û Kanê ku li ser rêya sereke ya di navbera Duhok, Amêdiyê, Şeladizê û Dêralokê de ye, her wiha daketina navçeya Amêdiyê bombebaran kirin. Di bombebaranê de ziyanek mezin gihîşt mal û milkê welatiyan.
Welatiyên Çemankê dagirkerî şemezar kirin
Niştecihên qezaya Çemankê û gundewarên wê yên ser bi Amêdiyê ya Dihokê li dijî bombebaran, şewitandina zeviyên Kurdan û valakirina gundan ya ji aliyê artêşa Tirk ve li Başûrê Kurdistanê tê kirin çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Welatiyan di çalakiyê de pankartên, “Na ji bo bombebaranan”, “Na ji bo şewitandina zeviyan”, “Na ji bo valakirina gundan” hilgirtin. Welatiyan, di çalakiyê de destdirêjî û dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga xwedî derketina li axa Başûrê Kurdistanê li berpirsan kirin.
Her wiha Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê di 7’ê hezîranê de li Silêmaniyê dijî dagirkeriya artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyek hevpar ragihandibun ku ewê di 14’ê hezîranê de li Qendîl dest bi çalakiya Mertalên Zindî bikin. Çalakiya Mertalên Zindî berdewam dike. Hat diyarkirin ku, ji ber zêdebuna topbarana li ser gundên başurê Kurdistanê ciwanên Silêmaniyê di 12’ê hezîranê de xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê û meşekî lidar bixin. Lê li rexmê girtina destûrê, çalakiya ciwanan di seata meşê de ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hat asteng kirin.
Heya niha ji ber bombebarana balafirên artêşa Tirk bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Ji ber êrîşên artêşa Tirk bi dehan gund jî hatine vale kirin û ji bilî wê ziyanek mezin bi jîngeha herêmê ketiye. Ji ber van bombebaranan heya niha tu bertek ji aliyê hukumeta navendî ya İraq û hukumeta Federal ya Herêma Kurdistanê ne hatiye nîşandan
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê