DUHOK- Artêşa Tirk a dagirker a ku bi piştgiriya PDK’ê ji bo dagirkirina herêma Bradostê yê Başurê Kurdistanê operqasyon daye destpêkirin, li Sîdekanê bi cilên Pêşmergeyan û bi wesayîtên wan qada ku gerillayan lê ne çavderî dikin û di wan herêman de kontrola rê lidar dixin. Li gor agahiyên ku ji herêmê hatiye ragihandin, komekî leşkerên Tirk a dagirker ji seat serê sibê 04:00’an heta 07:00’an bi navber qada ku di denetima gerillayan de çavderî dike. Lêşkerên Tirk vê karê bi cilên Pêşmerge û wesayîtên wan ve dike.
Artêşa Tirk li herêmê di henek gundan de xwest ku noqteyên kontrolê çêke
Di nav agahiyên ku hatin de artêşa Tirk li herêmê di henek gundan de xwest ku noqteyên kontrolê çêke heye. Di van noqteyan de yekineyên taybet bi cîh bikin û ji van yekineyan çend kes di pêvçunên dawîde miriye. Li gor agahiyên hatine ev noqteyên kontrolê bi agahiya Rêveberiya Herêmî ve tê kirin. Ango di navbera MİT û PDK’ê ji bo dagirkirinê li hev hatinek çêbûye. Kesên ku destur dane jî di nav vê karê de cih digirin.
Leşkera Tirk bi rihetî dikeve Gundan, Çavderiya Gel dike û dikare mudaxale bike
Li gor agahiyên hatine destxistin leşkerên Tirk bi rihetî dikevin gundan û li gor dilê xwe mudaxaleya gel dikin. Artêşa Tirk a ku li hember gerillayên azadiyê li Xakurkê şer de bin dikeve, bi van rêyan dixwaze mudaxaleya bertekên gel bike. Bêdengiya Rêveberiya Herêmê wekî ku ji vê kêfxweş dibe tê nirxandin. Rihet tevgerandina artêşa Tirk a li herêmê ji aliyê gelê herêmê ve wek gefek pêk tîne tê ziman.
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê