HESEKÊ- Di civîna li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê îro ji bo avakirina rêxistina Çand û Hunera Ciwanan hate li dar xistin bibiryarên girîng dawî bû.
Civîna ku li seranserî Bakurê Suriye û Rojavayê Kurdistanê çêbûyî hemû ciwanên herêmê beşdarê civînê bûn. Di civinê de biryara amedekirina Festivala Dijle û Firat wê bê kirin hate girtin. Li ser vê esasi li her bajarê amadekarî were kirin.
Her wiha dîsa ji bo li hember şerê taybet a ku bi Çand û Hunerê dixwazin li ser ciwanan bandor bikin biryara têkoşîna wî hate girtin. Li hemû bajarên Bakurê Suriye û Rojavayê Kurdistanê komiteyên berfireh a çand û hûnerê ciwanan were ava kirin. Dîsa Akademiya Çand û Hûnera ya ciwana were vekirin.
Di dawiya civînê de ciwan bi stran û helbestan şahiyek li darxistin.