NAVENDA NÛÇEYAN
Dewleta Tirk a agirker êrîşên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li herêma Bradostê didomîne. Di nav vê mehê bênavber bombebarandina Qada Parastina Medya’yê berdewam kir. Her wiha di cihên sîvîlan, gund û nav bajêran de bi bombeyan ziyanek giran ji gel re hate dayîn.
Li hember van bûyeran bêdengî û hevkariya Rêveberiya Kurdistana Federal ya Başurê Kurdistanê gelek caran wekî ku bi PKK’ê re şer heye hate pênasekirin û sedema êrîşan jî ji aliyê PDK’ê ve hebûna gerillayên azadiyê li herêmê hate nişandan. Ji bo vê gelê Başurê Kurdistanê, heta hinek Pêşmergeyên ku vê qebul nedikirin li beramberê wan jî hewldana îknakirinê ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker ve hate nişandan.
Ger mirov rewşa dawî ya Başurê Kurdistanê û êrîşa li ser Bradostê û bi taybetî jî Xakurkê dest bigire, dîmenek zelal derdikeve holê. Rewşekî ku ji salên 90’î xetertir ji bo xiyaneta PDK’ê heye. Di wan salan de xiyaneta PDK’ê ev bû ku bi leşkerên Tirk a dagirker ve derdiketin operasyonan û rola “Birakujî”, heta rola cerdevantî dilîstin. Bi pêvajoyê re rêveberiya herêmî her salê nû de ji bo her berjewendiyên ku ji dewleta Tirk bigirin, zêdetirî dewleta Tirk û MİT kişandin axa Başurê Kurdistanê. Her salê nû de bi xiyanetekî nû zêdetirî MİT li herêma Zaxo, Hewlêr, Bradostê xwe cih kir. Wek hejmar dibe kul i Başurê Kurdistanê 18 baregehên dewleta Tirk hebe, lê bi şaneyên weşartî yê MÎT’ê, bi saziyên dewleta Tirk, dîsa zêdetirî bi rêya aboriyê, çand û hunerê bi sedan noqteyên dewleta Tirk a dagirker li Başurê Kurdistanê hatiye avakirin. Ji xwe hinek agahiyên bi vê rengê ji axaftinên rêveberên MİT’ê ya ku ji aliyê Gerillayên HPG’ê ve hatibûn binçavkirin derketibû holê. Ango mirov dikare bêje hebûna dewleta Tirk a dagirker li Başurê Kurdistanê ji yê ku xuya dike nîne.
Li hember evqas cihbûna dagirkeriyê li Başurê Kurdistanê gelê Kurd bi hêrs e. Her çiqas dixwazin bertekên gel li dijî dewleta Tirk û PDK’ê veşêrin jî, zêde di vê de ne serkeftîne û pêşiya bertekên Gel nikarin bigrin. Medyaya PDK’ê û dewleta Tirk li dijî dagirkeriyê bertekên gelê Kurd ji nedîtive tê heta hinek deman de berovajî dike. Yek ji van serhildana Şeladizê bû ku, PDK’ê xwestibû li jî Tevgera Azadiyê protestoyan li dar bixin lê Gel berê xwe dabûn baregehên dewleta Tirk û hemu baregeh dabûn ber agir. Dîsa her çiqas hatibe weşartin jî bi dîmenan derketibû ku li Zaxo’yê Hêzên Xweparastin’ê çalaki li dijî baregehekî mezin a dewleta Tirk derxistibû û baregeh hama hama hatibû tunekirin. Hêzên Xweparastinê, hêzekî ji herêmê bû û ji keç û xortên vê gelê pêk dihat. Çalakiyên civakî ku her roj li bajarekî tê kirin didome û hêrsa Serhildanê ava dike.
Wisa ye dê di rojên pêş de ger dewleta Tirk û hevkarê wî PDK’ê gav paş ve naveje wê çi bibe? Xuya ye hêrsa gel a ku li dijî dagirkeriyê derketiye holê, ya ku PDK dixwaze bitepsîne wê vegere wan. Di nav 40 salan de gelê Başurê Kurdistanê hinek rastiyan dît. Niha ji nav pêşmergeyê jî hejmarek zêde yê ku naxwazin beşdarê vê operasyonan nebin heye. Ev wek refleks û bertekek wê li dijî PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker vegere. Pêvajoyê Xakurkê ne dagirkirina qadeki ye, dagirkirina Başurê Kurdistanê ye wê li beramberê vê, bertek û reflekse ciwan û gelê Başurê Kurdistanê jî di wê qasê de mezin bibe. Dewleta Tirk bi xwe re PDK’ê jî binbixe. Bi serhildanên başurê Kurdistanê (yê ku ji xwe di salên dawî li dijî Malbata Barzaniyan hersek mezin kombûye) PDK û dewleta Tirk bişîne tarîtiya dîrokê.
Hamza Munzur