QENDÎL- Çalakiya Mertala Zindî ya Gencanî Welatparêz û Jinên Tekoşer a li hember operasyonên dagirî yên dewleta dagirkera Tirkîyê Başûrê Kurdistanê roja duyem pêy xwe hêşt. Ciwanên ku ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê derketin rê saetên berêvarî de gihîştine Binarê Qendîlê.
Ciwanên ku li vir daxuyanîyek dan rêya astengkirin/bergirtina êrîşên dewleta Tirkîyê serhildana ciwanan ya li hember dagirkeriyê nîşan dan. Çalakîya roja xwe ya duyem de ciwan, pakrewanîya li ser navê Mehmet Karasungurê ku di 1983’an de şehîd ketîye hatîye çêkirin zîyaret kirin.