STENBOL- İro salvegara 6’mîn a qetilkirina Berkîn Elvan e. Berkîn Elvan berê 6 salan di rojên ku serhildana Gezî’yê didomiya, ji mal derketi bû di nav kolanê de bi guleyên polîsên faşîst ve hatibû qetilkrin.
Ev 6 sal e qeitilkirina Berkin Elvan, her çiqas faîlê wî diyar bibe jî bi adilane nehat darizandin. Ji qetilkirina Berkîn Elvan re ji her derdoran ve bertekek mezin hatibû nîşandan. Lê li dijî vê kesên ku zarokek jî sucdar dikin derketibûn û ji bo polîsên faşîst biparêzin gelek gotinên ne exlaqî jî hatibû bikaranîn. Yek ji van jî Serkokomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan ve hatibû bikaranîn û di mîtingekî de xwestibû ku girseya faşîst” yuh” ji dayika Berkîn Elvan Gulsûm Elvan re bikşînin.
Li ser qetilkirina Berkîn Elvan 6 sal derbasbûye jî civakên xwedî vijdan û demokrat wî ji bîr nekirin. Her sal ji bo Berkîn Elvan bîranî hate li dar xistin û her wiha di dadgehan de her tim sedan mirov amade bûn.
Îsal jî di salvegera 6’mîn ya Berkîn Elvan de “Piştgiriya Taksîmê” ji bo bîranîna Berkîn Elvan bangawazî kir ku herkes beşdarî bîranîna di seat 14.00 de li Okmeydanî di cihê ku Berkîn hatiye qetilkirin Kolana Gazîlerê were li dar xistin bibin.