NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên ku di sala 2014’an û di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bûbûn eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniyê de got; “Bi pêşketina şoreşa Rojava re têkoşîna gelan ya azadî û demokrasî li herêmên bakûre Sûriyê belav bû û bû têkoşîna gelan ya hevpar ya berxwedanê. Ev berxwedêriya bi heybet ya şoreşa Rojava vegeriya têkoşînek herî bi bandor Ii hember her cûre terorîzm û dagirkeriyê, destkeftiyên girîng û dîrokî derxistiye meydanê. Yek ji van berxwedanan ya sala 2014 a li Serêkaniyê, yek jî Berxwedana Serdemê ya Efrînê bû. Rêhevalên me Agirî Qamişlo û Arî Zagros di sala 2014’an de li Serêkaniyê, Merwan Çiya û Serhed Partîzan jî di sala 2018’an de li Efrînê şehîd bûn.”
Li gorî daxuyaniya YPG’ê Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Agirî Qamişlo
Nav û Paşnav: Nofa Hesen
Navê Dayikê: Wisam
Navê Bav: Qehreman
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn Raco / 3 Adar 2018
***
Nasnav: Arî Zagros
Nav û Paşnav: Hewraz Kerîm
Navê Dayikê: Necme
Navê Bav: Îdrîs
Cihê Ji Dayikbûnê: Hewlêr
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkanî gundê Rawya / 28 Gulan 2014
***
Nasnav: Merwan Çiya
Nav û Paşnav: Ebdilrehman El Ebid
Navê Dayikê: Qeysi
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn Cindirês / 22 Sibat 2018
***
Nasnav: Serhed Partizan
Nav û Paşnav: Mihemed El Hecî
Navê Dayikê: Emun
Navê Bav: Eladin
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkanî gundê Rawya / 28 Gulan 2018