NAVENDA NÛÇEYAN
Çand, hêz û wateya hebûna mirovajiyê reh û rêç û manewiyatê ye. Mirovahiya ku hişmendî û femdariya xwe bi çandê ve girêdayê, awayekê jîna ku ji bo neyê tunekirin û ji holê neyê wendakirin e. Çand bi gelemperî raman û îdolojî ye. Mirovahiya ku tim bala wê li ser tevgerên xwezayê ye, xwezaya duyemîn ango bi Cîvakî têdiketina tevgerê ye. Mirov tenê bi raderî û bi livan dikare bi awayekî cîvakî û jînê xwe biparêze û li ser xwe bisekine. Ew mirovên ku nikaribûne li ser xwe bisekine jî, ew kesên ku ji aliyê cîvakî, çandî û siyasî nikaribûye xwe biparêze ne. Ev rewş jî ew kesên ku nikaribûne xwe biparêzin, tê wateya ketina ji mirovahiyê ye. Tê wateya hêz û windakirina bir û baweriyê ye. Wendakirina bîrîşê jî ji bêîdolojî û bê çandiyê ye. Mirov tenê dikare bi awayekî jiyana xwe bi tevgeran û çalakiyan li ser xwe bisekine û meşa xwe bidomîne.
Wateya çandîbûnê jî tenê bi cîvakîbûnê pêk tê. Wekî ku mirov nikare bê cîvak bibe mirov, mirov bê çand jî nikare bibe mirov. Revîna ji cîvakîbûnê jî dibe wateya bê çandîbûnê. Çawa ku zarok bi dayika xwe ve girêdayî ye, bi cîvaka xwe ve jî girêdayî ye. Mirovekî/ê bê cîvak û bê dayik tenê ji hawira laboratûarê were afirîn û bê wate,robotîk û heta ku tu bêjî dûrî manewiyatê û mekanîk dibe ye. Îro di laboratûara kapîtalîzmê! a Ewrûpayê! De lêkolînên mînak hene! Ronesansa Ewrûpayê kapîtalîzma li dijî mirovahiyê ê ku mirov xistiye rewşeke çawa berbiçav e û rewş qet nebaşe.Lîberalîzma kesayetî a îdolojiya modernîteya kapîyalîzmê mirova ku ji mirovahiyê derbikeve-ango were derxistin tê wateya bê cîvakîbûnê ye ku ev rastiya mirov û cîvakîbûna ji hevderketî û ber bi veqetîna cîvakê ye.
Di civakê de ên bi tevger, bi çalak û ên herî zindî di wextên zaroktî û xortanî de ne. Çawa ku refîneya cîvakê huner be, cîwan jî di cîvakê de ên herê bê berjewend û refîneyên saf ên nasnameyê ne. Cîwan jî wekî hunerê îfadekirina hemû nirxan,fikir û ramanan di xwe de kom dike. Cîwan her dem ji guherîna cîvakê cûda ne. Lewma tin hêzên serdest cîwan û hunerê ji cîvakan qut dikin. Da ku cîvakek bê cîwan û nê huner ava bikin. Pergala serdestan zarok û cîwanên cîvakê dike xerîbên çandê û mirovahiyê û wan di nav xwe de dibişavtîne û dihelîne ji encama van tiştane serdestiya xwe bi rê ve dibin. Daxwaza Hêzên serdestan ew e ku bêcivakîbûnê û bêçandîbûnê ew wesfa ku ji xwezatiyê tê xera bike û bihelîne û ber bi xerabiyê ve bibe ye. Cîvaka ku dixwazin bê cîwan û bê çand ava bikin ew e ku cîwan û hunerê têxin bin kontrola xwe û cîwanan ji cîvakê dûr bixe û hunerê jî ji çandê veqetîne cîvakê bê parastin bihêle ye. Îstîsmara cîvakê ji hêla serdestan bi vê awayê pêk tê. Ên ku ji xwezahiya xwe ji dûr dikeve, dejenere dibe û xera dibe di çanda civakê de jî Cîwan û huner ji taybetî û şoreşiya xwe wenda dikin. Hilweşîneke manevî ava dike û dema ku ev hilweşîn pêk tên rewşeke ji kedxwariyê re vekirî derdikeve.
Dawiya Kapîtalîzma kedxwar her tiştî dike mijara kirîn û firotinê. Manewiyat bi giştî girîngtiya xwe wenda dike. Nirxên bingehîn ên ku cîvakê dike cîvak ji hev diçe û jiyan bi perê tê pîvandin. Di nav wê pergalê de ya taybetî jî çand û huner û nirxên mirovahiyê dibe alaveke kirîn û firotinê. Mirovahiya ku xwediyê nirxeke girîng û xwediyê afirîneriyên hêja di rewşeke kirîn û firotinê de ye. Cîwan tê firotin, jin tê firotin, huner tê firotin û di xwezatiya xwe de mirov tê firotin. Huner qadeke nû ê sermayê ye, wekî berhemekî ku ji tornayê derketibe bi destê dewletê û ango kapîtalîzmê wekî spor û seksê tê endistrîkirin. Cîwan li ser navê leşkeriyê dibin parastinîgerê pergalê. Cîwan li ser navê pergalê bi zext û zorên hêzên serdest û kapîtalîzmê ji nirx û nasnameya xwe, ji cîvak û çanda xwe tên veqetandin û dibin dijminê cîvak û nasnameya xwe. Ev hemû serkeftin ji dûrxistina cîwan û hunerê a felsefeyê ye. Ew civakên ku çand û hunera wan ji felsefeyê bêpar dimînin ji kedxwarî û bişavtinê re vekirîne. Komeke bê fikir û raman û bê tevger e. Ev tişt jî têrê nakin yek cûre, yek dewlet û hwd bi hunerê cîwan tên bişavtin û wekî hêşbirê bandor li wan tê kirin.Van tiştan pergala şaş normal dide nîşan. Di nav pergala xirabûyî de ji bo berjewendên xwe dixwazin em baş bibînin. Hiş û dilan dagirkerî dikin. Laşê mirovan êrî qada şer e û 24 saetan medya mirovan dide ber bombeyan, erdnîgar didin ber bombeyan û bêyî ku bibihîzin exlak û hiş xera dibe.
Cîwan û huner ên civakê ne
Ciwanî ê civaka xwe ye. Wekî ku cîvaka bê cîwan nebe, ciwan jî bê cîvak nikare bijî. Ciwanî di jiyana mirovî de wextê herî baş û bi çalak e. Mînakeke ku em dibêjin cîwanên 68 an. Tenê di welatê me de jî na di hemû cîhanê de cîwanên ku bi fedakarî û bi ked ber bi civakê ve çûne û nehadine qutkirin in. Di dîroka şoreşa cîvakî de cîhekî girîng girtine. Her kes bi rêzdarî wan bi bîr tîne. Ji dil tevlêbûna hiş û exlakê cîvakê bûne. Bûne nirxên Moralê ên ku bilind dibe. Di demên ku kapîtalîzmê dixwast her tiştî daqurtîne de temsîlkariya welatparêzî û demokrasî û şoreşiyê kirine. Kesayetî hildane û li erdê xistine ji bo kesek din jiyana xwe ji dest dane û jiyaneke bi exlak û polîtîk jiyane.
Huner jî a civakê ye û şexsî nîne. Wekî têkiliya di navbera ciwan û civakê, çand û huner di nav xwe de dikin. Em ciwan û huner bi heman tiştî digrin. Her du jî diruvê ji civakê dide qezenckirin. Her dem bi civakê ve girêdayî ne. Heke ji hêla zordest û serdestan ciwan û huner ji civakê neyê qutkirin tim ên ku pergalê xera dikin in. Heke nirx û fikrên xwe wenda nekin û parçe nebin ên ku rastiya cîvakê dîsa dide avakirin ev bixwe ne. Çavkaniyên tevgerên azadî û demokrasiyê ên ku herî baş diafirîne ne. Civak û huner di parastina dil û hişê, azadîbûn û serkeftina hiş û rihê de rêveberên radîkal ên demokratin.
Çavkaniya Nirxên Çandî û Civakî Neolîtîk e
Çavkaniya hemû nirxên civakî, di esasa xwe de neolîtîk e. Civaka neolîtîk, civakê ku neperçebûyî û neçînîbûyî ye. Di civaka neolîtîk de nasnameya ciwanan ku wek nasnameyek îdeolojîk e, nasnameya hemû civakê ye. Neolîtîk, di serî de şoreşa gund, ziman û çandinî ye û her wiha şoreşa çandî ya ciwanan e jî. Çavkanîbûna wê ya hunerê jî zêdetir bi hest û ramanê re pêwendîdar e. Hîn zêdetir û wek paşdetir çanda manewiyê îfade dike. Lêbelê wek encama bandora pêvajoyên avakirina civakiyê ya jiyana civakî pêş dikeve. Wek temamî jiyan neteyisîne jî, afirîneriya hunerê qadên bûjenî ya jiyanê diteyisîne. Afirîneriya hunerî, di dilê mirovan de jana guherîn û veguherîna qada çandî ye. Ev jan, jana şoreşa ku di dilê ciwanan de tê hîskirinê ye. Mirov, bi afirîneriya xwe ve vê cîhana çandî ya bûjeniyê pêş dixe. Hema bêjin ji nû ve vê qadê diafirîne, giyanê dide.
Ji wêne û figûrên hêsa yên li ser zinaran bigrin, heya newayên ewilê, ji vegotinên ewil bigrin heyanî peykerokên ewilê çavkaniya esas, zindî û ciwan neolîtîk e. Jixwe dema em li hunerê, newayê, naverokan, şêweyan, rîtm û melodiyan binêrin, em bibînin ku rehên wan heya kurahiya dîrokê diçe. Ji bo vê jî, di cihên ku exlaq nefizihîn û kesayetî neperçebûyînê de huner, ciwan ango arîşenên ku civak zindî dihêle aîdî civakê ne. Huner; îfadeya danehevên ê herî xweşik e. Karê mirovî ye.
Di civakên çînî û dewletiyê de ango em jê re şaristanî dibêjin, çand û civak çawa ku hatine bidewletîkirin, wek şêweyekê ramanê, mîtolojî jî (çavkaniya hunerê ye jî) hatiye bidewletîkirin û jê pê ve dest bi gotina çîroka tîranan û keşayan kiriye. Dixwestin ku huner û ciwan jî girêdayî dewletê bibin. Fîgûrên xwedayan û rêvebiran her û her bi hev re hatine xêzkirin. Zayendên peykerên jî hatine guhartin. Di bangewariyê de, di xapandin û xirandinê de û di qanîkirinê de roleke girîng dane lîstin. Polîtîqaya sîxurtiyê jî em dikarin bêjin, dewlet karê xwe li ser ciwanan bi rêve dibe û civak dadixîne, di vê pêvajoyê de dest pê kiriye. Avasazî jî êdî mirina ciwanan bû. Ji bo ziguratan, pîramîdan û nemrûd û fîrawûnan bi deh hezaran ciwan bi saxî hatine binaxkirin. Muzîk, ji bo ku ciwan girêdayî dewletê bikin, ritûela herî jêneger bûye. Çawa nirxên ku civak zindî dihêle hatine pişaftin, ji aliyê serdestan û desthilatdaran ve bi pişaftina hunerê re rola pêşengiya ciwanan û afirînera neolîtîkê jinan dixwestin biqedînin. Hunerê ku ji aliyê dewletê ve ji bo pişaftin, helandin û dagirkirina dil û mêjiyê ciwanan û bi teybetî jî jinên ciwan hatiye bikaranîn, bi ji bo dewletê huner dikinê re wek bûyenî hatiye bidewletîkirin. Wek mînak; heke em bala xwe li polîtîkayên rojane ya dewletê bidin, em bibînin ku ji avabûna komarê heya îro polîtîkayên qirêj ku li hemberî ciwanan û bi teybetî jî jinên ciwan meşandine çiqas berfireh e. Hemû qampanya û lîstokên pişaftinê di vî warî de ye. Ne ku ji bo ciwantiyek azad û civakek biexlaq qet huner nehatiye kirin. Lê ew rastî neyê jibîrkirin ku, her ku şaristaniya bidewletê mezin bibe û berbelav bibe, li ser hunerê jî serdestî xurt wê bibe.
Wê Bidome…