STENBOL– Di pêşengtiya Meclîsên Ciwanên HDP ê Stenbol’ê bi şiyara “Rêxistin bibin, Azad bibin” ve bi beşdarbûna sedan ciwanan ve şahiyek hate li dar xistin. Ji lihevhatina ku li parqa Abbasaga ya Beşîktaş’ê pêk hatî re Parlemantera HDP ya Amed’ê Deersîm Dag, Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevserokê HDP a Stenbol’ê Cengîz Çîçek beşdar bû.
Kesên beşdarbûna di destpêkê axaftinên xwe de şehîdên greva birçîbûnê bibîranîn û gotin, bilindkirina tekoşînê di destê ciwanan de ne. Ciwanan di şahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Şehîd Namirin” berz kirin. Şahiya ciwanan bi coş û kelecan bi gerandina govendê dawî bû.