QENDÎL – Dewleta Tirk a dagirker êrîşê xwe yê li axa başurê Kurdistnê didomîne. Li gor nûçegihan me ji herêmê girt balafirên artêşa Tirk a dagirker di seat 21:00 de qada herêmê Binarê Qendîlê li nêzê gundê Enzê bomberdiman kir. Herêm berê çend rojan jî dîsa hatibû bomberdiman kirin.
Li herêmê hêj jî tevgera balafiran û keşfan didome, lê di derheqa êncama êrîşê de agahî nehat girtin. Tê zanîn nêzê herêmê Ciwanên Welatparêz li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker di çalakiya Mertala Zindî de ye. Çalakiya ciwanan di roja xwe ya çaran de didome.