NAVENDA NÛÇEYAN
Artêşa Dewleta faşîst-mêtinkar TC ji 26`ê gulanê vir ve yeli Xakurkê Başûrê Kurdistana li herêma ku eşîra Biradost dijî ya êrîş dike ku dagirî bike. Di hidûdên qadê yê ku qalê dikin de bi qasî 25-30 km ji sînorên xwe dûr tê de ne. Bi vê hişmendiyê hewildana AKP û MHP derûniya şer bi medya û çapemeniyê derdixe asta herî bilind û ji bo reyên hilbijartina serokê şarederî ya Stenbol’ê bigrin dixebitin. Li ser êrîşa ku hê jî berdewam dike di destpêkê de ji rêveberiya Herêma Başûra Kurdistan û hukumeta Iraqê ji tu kesî dengek dernekave. Dev ji dijheviya dargirkeriyê berdin, da ku serok komarê YNK`yê Beherm Salih roja ku Xakurkê hat dagirkirin ew roj li Enqere’yê hevdîtinek kir. Serokê rêveberiya Başûra kurdistanê yê nû Nêçîrvan Barzanî jî sonda destpêkirina wezîfeyê bi hembêzkirina wezîrê karên derve yê TC yê Mevlut Çavuşoglu kir.
Dema ku dagirkeriya Efrîn û Xakurkê bi hevre tên nirxandin rastiyên pir girîng ber bi çav dibe. Rastiya planên TC yê ku dixwaze ji nû ve erdê Kurdîstanê ya Osmaniyan kevn bi dest bixe, êdî bi hemû rehên xwe ve dayar dibe. Wekî Efrîn û Biradost`ê faşîst AKP û MHP kengê fersendê bibîne hewil didin ku hêdî hêdî plansaziyên xwe pêk bînin. Tu dewlet û hukumet dijberî dagirkeriyê nasekina û di keer û bin geriya xwe de piştgiriyê didin faşîzmê. Tiştek wisa ye ku ew dewleta Iraqê û ê başûra kurdîstanê îdîa dikin ku rêveberiya erdên vir ji hêla dewleta me tê kontrolkirin, lê ne ku ew pêşberî dagirkeriyê bisekinin, piştgiriyê didin dagirkeriyê. Ev rewş rastiya Şerê Cîhanê a Yekem û Rastiya Kurdîstanê ser vekirî eşkere dike.
Babeteke girîng jî ew e ku îtîfaka AKP û MHP` yê dixwaze li ser dagirkeriya qada Xakurkê herêma Biradost`ê di hilbijartina şarederiyê ya Stenbol’ê ya di 23 `ê Hezîranê de bi ser bikeve ye. Nebêjin têkiliya Xakurkê û Hilbijartina Stenbol’ê çi ji hev heye!! Têkiliyekê bi dilê xwe heye. Ji ber ku pêşberî me hêzeke ku di hilbijartina 24` ê Hezîranê ên Serokomariyê de bi dagirkeriya Efrînê serkeftî bûye heye. Niha dîsa heman serdest di hilbijartina Şarederiyê ya Stenbolê de bi dagirgeriya Xakurkê dixwaze bi ser bikeve. Bi ser bikeve an jî nekeve ew mijarek din e. Lê belê AKP û MHP teqez e ku bi dagirkeriya Xakurkê dike ku Hilbijartina Stenbol’ê de bi ser bikeve. Bi kurtasî li pêşberî me bîr û baweriyeke ku dixwaze bi xwînê dengan berhev bike heye û polîtîkayek heye. Xala herî dawî ya bîr û baweriya siyaseta faşîst,kedxwar û nijadkujeriya TC`yê ev e.
Ma gelo çi berjewendên rêveberiya KDP`yê û Iraqê heye ku pêşperî dagirkeriya Xakurkê ya ku di TV`an de bi çavên seran zindî tê kirin nasekinin û piştgiriyê didin? Belê mijareke balkêş û girîng jî ev ku divê baş were fehmkirin. Ji wan çend rojên ku di navbera Dewleta TC yê û Hukumeta Iraqê de hevdîtinên ku bi pêk hatin de xuya ye ku ev biryar hatiye girtin.
Ma çûyîn û hatina YNK û KDP`ê ya Enqereyê ku wekî pêşbirkekî bû ji wê bû? Ji vir pê ve ji xeynî berjewendên aboriyê tu tişt ne pêwist e û ne jî girîng e. Ji ber ku Faşîzma AKP û MHP`yê ji xeynî firotina Tirkiyê tu tiştek nemaye ku bide kesî. Wisa tê fehmkirin ku ji hukumeta Iragê re mutleq li ber parvekirina ava Dicle û Firatê çend derfetên aboriyê jî hatine pêşkêşkirin. Ji rêveberiya KDP û YNK`ê re jî bazirganiya petrolê ya veşartî û hinek jî derfetên madî dane. Belê! Yek jî hesabên têkoşîna li hemberî heman dijminî PKK`yê heye. Li beramberî van tiştan jî rêveberiyên Iraq, KDP û YNK di çerçoweya BM`yê de li ser Biradosta ku hem erdê Iraq û hem jî erdê Başûra kurdistanê tê dîtin diyare ku piştgiriyê didin dagirkeriyê.
Ji xeynî van tiştan hesabên eşîra barzan a ku KDP`yê birêve dibe hene, divê em wan jî çavên xwe nerevînin. Lewre eşîra Barzan ji demên borî ve ye ji bo berjewend û xaka xwe fireh bike bi eşîrên din re tim bi şere tê zanîn. Ew eşîrên sereke ên ku eşîra Barzan tim pê bi şerbûn Rêkanî, Zêbarî û Biradost bûn. Gundên eşîra Rêkanî hatin valakirin û li Şeladizê kirin bin kontrola xwe. KDP cihê ku li pêşberî bombebarana TC`ê ya ku her roj li Avaşînê dide bisekine, gelên Şeladiziyê ku serî li ber tundiyê radikin û berxwe didin ji ber van bûyeran KDP wan tim binçav dike. TC ya ku niha Biradostê dide ber bombebaranê KDP jî niha bi heman tiştî nêzîkê gelên wir dibe.
Çiqasî ber biçav neyê xuyakirin jî ji hêla kesên ku hişmendiya polîtîk hene ve tê fehmkirin ku Barzaniyan duh çi bûne îro jî bi heman polîtîkaya firebûnê dikin. Dixwazin ku ji hêla TC yê gundên Biradostan ên ku cîranê wan e bidin valakirin û bikin bin destê xwe û serdestiya Barzaniyan zêde bikin. Heke ku mumkun be hesabên hemû qada Sîdekan bidest bixin dikin. Jixwe bajarê qedîm ê Biradostê Diyana di rewşeke bi destxistinê de ye. Heke bi vî awayê bi piştgiriya TC yê gundên Sîdekanê jî bides bixin dê hemû herêm bikeve bin destê Barzaniyan. Hêzên ku li pişt rêveberiya KDP yê ne û rastiyeke ku KDP piştgiriyê dide dagirkeriyê bi van plansaziyan jî dixwazin herêma eşîra xwe fireh bikin. Ew tiştê ku bavo Barzanî pêk neanî bi piştgiriya AKP û MHP yê zorêkên wî dixwazin pêk bînin.
Nexwe divê em nebêjin dagirkeriya faşîzma AKP û MHP yê ya Xakurkê û Biradostê ye. Li pişt veşartî Hesabên dîrokî ên berjewendî hene û her tişt li holê ye. Ev hemû hesab û planan wekî êrîşa di plansaziya rojeva hebûna Kurdan “PKK”yê û “dijminê hevpar” bi vê awayê bi hev re wek koroyê piştgirî dan dagirkeriyê an jî bêdengiya xwe diparêzin û bi hêsanî pêk tê. Lê nêrîneke hêzan ji wan kesên derve re ye. Wekî ku di demên nêzîk de hate ber bi çavkirin girê sitratejîk ê Lêlikana Herêma Biradosta ji hêla gerîlayên PKK yê ve çawa hat turikê xîzê. Wisa diyar dike ku hêzên dagirker ên TC yê dê bibin hedefa gelek çalakiyên gerîlayan.
Bi kurtasî,ewil pergala cîhanê a ku dixwaze gelê Kurd tune bikin rexne dikim û hevparê gunehbarên nijadkujeriyê ne û dev ji van tiştan berdin û qet nebe ez wan dawetê hinek Demokrasiyê dikim. Divê em li hemberî TC ya ku dijminê kurdan û bi bîr û baweriya nijadkujeriyê ne bisekînin û divê em bikaribin li hemberî Faşîzma AKP û MHP yê ya ku bi xwînê hêz digrin têkoşîna xwe bi hev re bikin. A girîng jî ew e ku divê em bikaribin li pêşberî îxanetan û karê bi dijmin re derbikevin e. Nexwe yê ku di nav xwe de dirize ne ku tenê îxanetkar û birakujî ne, Kurdewariya ku dirize û mirovahiya ku dirize ye. Bê guman van hemû tiştan dê bersiveke baş bibe ku Faşîzma AKP û MHP yê di sindoqên hilbijartina Stenbol’ê de werin vemirandin û têkbiçin e. Bi hêviyên ku ev tişt pêk were!…
Atakan Çetîn
Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê