NAVENDA NÛÇEYAN
Stenbol carek din ket hefteya hilbijartinê, wekî ku tê zanîn dawiya hefteyê hilbijartina şaredarê şaredariya bajarê mezin wê bê kirin. Ku tiştê ku tê kirin bi rastî jî mirov bikarîbe bêje hilbijartinin wê encamên hilbijartina 31’ê adarê jî bên diyarkirin. Bi gotinek gelemperî wê her tişt li Stenbolê diyar bibe. Başe hilbijartina Stenbolê wê bibe sedem ku dem were guhertin. Ango dewra Erdogan wê bi hilbijartinên Stenbolê ve dawî were? An jî hin kes hin tişt wê emrê dîktatoriya faşîst a Erdogan û Bahçelî dirêj bikin. Aniha her kes wê nîqaş dike û mijara bi esasî tê meraq kirin ev e. Lê belê faşîstên serkar çi dikin bila bikin, ji kî/ê alîkarî distînin bila bistînin wisa tê xuyakirin ku çi tişt têra dirêjkirina emrê faşîzma Akp û Mhp nake.
Di destpêkê de dibe bê tespîtkirin ku rêveberiya Erdogan di nava legalîte ya xwe de jî çi rewabûna wê nemaye. Pêvajoyên paştir em li alîyekî danin jî di hilbijartinên giştî ya 7’ê pûşber a 2015 dan de- Akp ji desthilatdariyê ket, bi wenda kirina mafê desthilatdariyê ya ku bi tenê serê xwe dikir wenda kir. Bi fêl û komkujiyan, qaşo hilbijartinên 1’ê mijdarê desthilatî desteser kir, lewma tê zanîn ku li wê rojê heya niha tu rewabûna wan nemaye. Lewra hilbijartinên piştî hingî heya niha hemû bi bingeha xwe de wenda kirine bi Mhp Bahçelî û bi lêbên wan ên keşîf re bibêje min hilbijartin qazenc kir jî di bingeha wê de her kes dizane ku wenda kiriye. Mînaka wê rewşê a herî berbiçav jî hilbijartina 31 ê adarê a heremî ye!
Hilbijartinên 31 ê adarê ku bi anîbû bi awayekî zelal/vekirî nişan dike ku rêveberina Tayyîp Erdogan desthilatdariya xwe wenda kiriye. Ji ber ku hem di Kurdistanê de hem jî bajarê mezin yê Tirkiyê wenda kiriye. Bêhtir î deng/rey yê AKP’ê wisa xuya dike ku heta sedan çila ketîye. Belê bi sedan çil deng re mirov dikare bibe desthilat? Dikari bi mîne desthilatî yê de? Em dizanin ku nikare. Pir delal dizani ku, rewşekê weha Welatekî Ewrupa yê derkeve holê desthilatê heyî encamên hilbijartinê belê be ne be wê îstîfa bike. Vir mînaka Yewnanîstanê li ber serê me ye. Wê rastî yê dumend Erdogan û Bahçelî jî ber ku pir baş dizanin bi destên YSK ê hilbijartinên Stenbolê dane nûkirin û wê esasê de xwestin encamê hilbijartina 31 ê adarê biguherînin.
Belê ka tê bikarin xwestinê xwe binin cî ? Hilbijartina Stenbol tê bikaribe emrê faşîzma AKP’ê û MHP ê dirêj bike? Bêgûman bersiva van pirsan emê şeva 23 yê puşperê bibinin. Lê dibêjin ya, gundê xuya bike qazid hewce nake ! Bi rewşa heyî 23 yê puşperê encamê hilbijartina Stanbol jî bi awayekî vekirî hewceya qasida nake. Wusa xuya dike ku namzetê îttîfaqa AKP’ê û MHP ê Bînalê Yildrim ketine kî giran nîşan dide pêş çava. Dijberîya wî jî ligel desthilatî ya CHP ê bi awayekî vekirî xuyadike ku Ekrem Îmamoglu ji xelkê Stenbolê re kiriye hêvî .Heger di nava CHP ê de meyl û dilxwazî lihev hatinek û teslîmîyet dernekeve û hîle AKP’ê – MHP ê bikarin asteng bikin hilbijartina 23 yê puşperê de kesin xuya dike ku Ekrem Îmamoglu wê ser bikeve. Ev rewş qasî “gundê xuya bike jê re qasid ne pêwîst e” vekiriye.
Di be ku vê rewşê du tişt biguherîne. A yekemîn ên aliyên Chp’ê jixwe hevgeriya girîngbûna vê daleqandî ne. Ekrem Îmamoglu hilbijartina sîh û yekî (31) adarê qezenckirina wî, xwespêrî yên di nava Chp’ê de hevgeriya girîng hat girtin. Hemberî Akp-Mhp’ê kom bûna li der dorê Îmamoglu, ji Chp’ê re bi dijwarî hilbijartinê dide qezenckirin . Li kesîtiya Îmamoglu de mijara gezenckirina hilbijartinê, îrade û xwastek kifş dike. Ji ber vê Chp’e êdî tu encamê bi dijwarî be jî destên Akp’ê de nahêle. Ligel rêvebertiya Chp’ê dide xûyan ku deshilatdara Akp’ê hilweşîne !
Vê rewşê de li paş derewên , leyistik û zordestiyên Akp’ê û Mhp’ê dibîne. Hêzên mijar a axaftinê , waneyên derxistin holê hilbijartina dawî ya 31 Adarê heta 23’yên pûşperê, rêxistin û bibandorekî xurt diziyên ku zêdetir vê were kirin . Ev hisûs jixwe ji aliyên heman kesan xûyaye û li ser nîqaş tê kirin. Zêdetir pêşgiriyên ji aliyên muxalefetê li ser tê xebatkirin. Bi baldarî be, jixwe beriya hilbijartinê de ji aliyên faşîzma Akp-Mhp ê zêdetir dizî hatiye kirin. Gotin di cîh be; kesên ku dikevin behrê maran hembêz dikin. Dawî ya 15 û 20 rojan de dijîniya Akp-Mhp ê çavekî li bigerînî jixwe vê rastiyê kes hemû dikarin bibînin . Tu dibê qey her tişt bûye hilbijartina Stenbolê û her kes li ser qezenckirina hilbijartinê sekiniye. Hema hema kirîza S-400 û F-35 jî xizmeta hilbijartina Stenbolê vê bike û wisa tê birêvebirin.
Çawa ku 10 roj ma ye hilbijartinê qala agirbest a Îdlib’ê tê kirin ji ber ku bandorekî bide li ser hilbijartina Stenbolê. Erîş û dagirkirina Bakurê Kurdistan ê de dol a Xakurkê û Bradost û gundê Deşta Hertê de tê kirin bi tenê armanca van li ser hilbijartina Stenbolê ye . Tevlîbûna Mevlûd Çavişoglu û Neçirvan Barzanî sondxwarina merasîma serokatiyê û hevditîna YNK û rêvebertiya Irak’ê piştre çûyina Bînalî Yildirim li Kurdistan’ê û gotinên axaftina Kurdî hemû bi hilbijartina Stenbolê re girêdayî ye. Her wiha çûyîna parêzaren li Îmralî yê çi qas berxwedana dijwarî kiribe jî û hevdîtina malbatan hemû dîsa hilbijartinê re girêdayî ye. Ceza ya herî mezin li ser Erdogan qedexe ya ” axaftina hindik ” hatiye danîn. Dîsa ji Bahçelî hinek xwe durxistinê hatiye xwestin.!
Bi kurtasî faşîzma Akp-Mhp’ê ji bo hilbijartina Stenbol’ê qezenc bike serî her tiştê dide û ji her kesî re lawa dike. Ji DYA heya Rusya, Ji îran’ê heya Iraq, Ji PDK’ê heya YNK’ê ji herkesê, ji êrîşa dagirkirinê bigre ji gotina Kurdistan’ê medet dibîne. Wekî bukelemûnekî dikeve her renge. Lê hemû hewldanên heyî jî binketina wî û windakirina wî asteng nake. Faşîzma Akp-Mhp’ê ji ruxandinê xilas nake. Di encamê de jî tê gotin ku, Tayyip Erdogan xwe paş ve kişandiye, binketina hilbijartina Stenbolê dixwaze bike barê Bînalî Yildirim, bi vê jî dixwaze serdestiya xwe biparêze. Dîsa tê gotin şefên faşîst Erdogan û Bahçelî bi hevdîtin kirinê di lêgerîna çereyên nû ne!
Diyar e ku faşîzma Akp-Mhp’ê ji bo hilbijartina Stenbol’ê qezenc bike tiştê ku nekir û neke tune ye. Wê ser bidin her cure dek, dolap, rêbaza zextê, xwe pazarkirinê û zêdeterî wî wê bike. Lê çi bike bila bike, êdî dawiya faşîzma Akp-Mhp’ê hatiye. Tu kes û tu tişt dîktatoryaya Tayyip Erdogan ser piyan bihêle. Hilbijartina Stenbolê ji bo faşîzma Akp-Mhp’ê destpêka dawiya wî bibe û ruxandina diktatoryaya Tayyip Erdogan bibe. Êdî ku şopa dewra Tayyip jî nemine dawî bibe. Wekî şibandinê xwe, dîktatora faşîst Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî ji dîrokê paqîj bibin.
Ji hilbajartinên Stenbolê re bi bingehekî asoyek wisa nêrîn û di çarçoveya armanca siyasî de nêzbûn pêvîste. Ne wek hilbijartina serokê şaredariyê ku Stenbol’ê rêvebibe, ji vir şunde siyaseta Tirkiye çawa bibie pêvîste buyerek wisa were dîtin. Bêguman di vê bingehê de windakirina faşîzma Mhp-Akp’ê û li Tirkiye vebûna asoyek nû pêvîste mirov bixebite. Ji kî serbikeve zêdetir kî binkeve mirov binêre û ji bo windakirina faşîzma Akp-Mhp’ê her cure xebat bimeşîne. Propaganda bike, ji mirovan re biçe, roja hilbijartinê biçe teqez rey bikar bîne, xizmên xwe îknabike ku rey bikar bînin û li dijî fêlên faşîzt hêza parastinê bibe. Rast, welatparêz û helwesta rast ev e û ev helwest roja 23’ê Hezîran’ê serkeftin wê serbikeve.
Selahaddîn Erdem
Çavkanî: Yenî Ozgûr Polîtika