BEHDÎNAN- Li ser pêvajoya dawî ya nirxandina Endamê Koordînasyonê Komalên Ciwan Ozgûr Şerker bi beşa dawî bi we re parve dikin. Şerker di vê beşê de bal dikşîna rola ciwanan û dibêje: ” Rêbertiya me ji ciwanan re bangawazî ya xwe kiriye. Rebertiya me ji me re banga bi ruhê ciwanan ber xwe bidin kiriye. Wisa ye pêvîste ciwan rewşa xwe ya heyî, rewşa pasîf derbas bike û bikeve posîzyona çalakbûnê.”
We jî hinekî li ser Xakûrkê’yê qal kir. Tevgereke di nav gotinê de ( Tevgera Pençe) destpê kirine. Medyaya tirk jî hertim propagandaya ‘leşkerên tirk ketiye başûra Kurdistanê’ re dewam dike. Gava ku propaganda jî sekn bû başûrê Kurdistanê bi temamî dikeve destê dewleta tirk. Lê jixwe qala ku li Zaxoyê kuştina 20 leşkerên tirk nakin. Qala çalakiyên gerilla yên bibandor nakin. Ango bi gelemperî gerilla baş lê dixe û bi berxwedana xwe re dom dike û ordiya Tirkan jî dixe dijwaritiyê. Lêbelê ciwanên Kurdistanê divê çawa ji çiyayan xwedî derkevin? Avakirina PKK’ê û heya niha bi têkoşîna çiyayan re ciwanî jî ber xwe dida. Hertim çiyayên û ciwanî bitûn û giredayî hev bûn. Gelo niha hemû ciwanî divê çawa xwedî li çiyayan derkevin?
“Niha divê berxwedana Xakurkê û êrîşa ku dewleta tirk li ser Xakurkê’yê dimeşîne ne normal bê dîtin. Di wê pêvajoyê de tu pêşketin divê normal neyê dîtin. Di serî de hevdîtina Rêber Apo jî di wê çarçoveyê de bû. Paşê pêvajoyên ku hat jiyîn ji hev ne serbixwe bû. Hevdîtina Rêber Apo encama wê berxwedanê bû. Û niha îro jî dê hevdîtin didome lê jixwe Rêberî wan ciwan û mirovan re çareseriyek e. Di peyamên xwe de şaredariya sîyaseta demokratîk re bang dike. Jixwe rewşa pozîsyoneke li gorî wî tune ye. Bi rastî tiştên ku tê çêkirin wekî perçeya wêneyekê ye. Xakurkê jî îfadeya wê rewşê ye. Jixwe tiştên ku TC çêdike divê qet normal neyên dîtin, hemû tişt pir bi plan, sîstematîk û pir bi hişmend tê çêkirin. Armanca tiştên ku li Xakurkê’yê tê çêkirin ew e: em dikarin bi kurtasî wanan bibêjin: armanc; li ser kîjan dewletê ango li Rojava, Efrîn , Qendîl û heya Xakurkê yê êrîşa hemû Kurdistanê ye, paqijkirina Kurdan e. Di wê aliyê de Kurdistanê bê parastin heştin e di aliyê din de jî Kurdistanê yek ango hewldana Kurdistanê bixin bin dest. Ji ber wê çalakiya Xakurkê’yê hatiye rojaneyê.
Wanan jî argûmanên şerên bi taybetî bi kar tînin lê jê wêde çawa ketiye dest û çawa tê fêmkirin pêwîst û girîng e ango ne bi tenê ciwanî ji bo hemû civakê re derbasdar e. Doza li dijî wê politikayê çawa ji bo girevên birçîbûnê re rêveberiya dayikan re rabûn ser piyan di wê pêvajoyê de divê wisa çêbibe. Divê bi tenê ne berxwedana Gerilla yên be, divê ne bi tenê li ser gerillayê bê îfade kirin. Jixwe gerilla heya dawiyê li ber xwe dide lêbelê divê hemû kes nerîna berpirsiyariya xwe bibe û birêkxistî û amedekarî bibe. Faşîzma dewleta tirk ketiye tengasiyê û politikayên wan tarûmar bû, jixwe di politikaya tecrîdê re derizandî çêbûye lê em nikarin bêjin bi temamî şikestiye. Jixwe Serok heya ku li îmraliyê be tu kes nikare bêje tecrîd şikestiya lê bi wê re divê pergala têkoşîne êdî zêde bibe.
Wê politikayê dijminê yên qirêj, sexte û dualî re divê derfet nedin. Ji ber hindê divê ciwanî bêhtir npirsgirêkên xwe bibîne bêhtir hişyarî û bi nerîna wan dozan re êdî cidî bibe. Ne bi tenê ciwanên Bakur divê ciwanên Ewropa û ciwanên li her perçeya Kurdistanê bêhtir bi rêxistin û amedekarî pêwîst e.
Jixwe gerilla têra xwe rola xwe ya bilndjirina berxwedanê dileyîze. Bi vê re bihev re pêvîste hemû ciwanên parçeyan polîtikayên heyî ya ku tê ferzkirin baş fêm bikin, li gor wî bikevin tevgerê. Mînak li Başur çalakiya mertala zindî rêxistin dike. Tiştê ku hemû ciwanên Kurdistanê bike ev e. Neyar li ku ve êrîş kir, wê êrîşê bişkîne û silleyek baş li neyar bixe. Bi vê binyadê de pêvîste tekoşîn were bilindkirin. Operasyona Xakurkê ya dagirkirinê vê ya carekî din nîşan daye. Em baldar bin piştê hevdîtinê ev hat kirin. Di vê wateyê de tekoşîna me tiştê ku dixwazin bikin baş fêm kiriye.
Çi armanç dikin, çi danîne holê em dibînin. Di vê mijarê bi tu şêwazê pêvîste ciwanên Kurdistanê nekeve xefletê. Di serî de ciwanên Bakurê Kurdistanê, ji berk u navende, diyarder e, pêvîste xwe navendê de bibine, navenda berxwedanê de. Di bilindkirina berxwedanê de jî wisa be û berpirsiyar tevbigere. Di vê çarçoveyê de ji pêvajoyê re cuda nêz nebe û nekeve rehavetekî, ji vê neyarê nekeve bendewariyek cuda. Çigav ku ev nîqaş danîn holê, herkes di lêgerîna cuda wate derxistinê de ye. Lê Rêbertiya me ji ciwanan re bangawazî ya xwe kiriye. Rebertiya me ji me re banga bi ruhê ciwanan ber xwe bidin kiriye. Wisa ye pêvîste ciwan rewşa xwe ya heyî, rewşa pasîf derbas bike û bikeve posîzyona çalakbûnê.
Zimanê ku faşizm fêm dike diyar e û holê ye. Pêvîste ciwan jî li gor vê zimanê bersiv bide û bi şêwaza herî radîqal bi şêwaza çalakiyan bersiv bide.Dîsa rêxistinê xwe ava bike. Pêvîste rêxîstînbûnekî ku faşizm nikare birûxîne derkeve holê. Bi derxistina potansiyala ciwanan a ku ji berxwedanên girseyî re pêşengtî bike politikayên faşîst vala tê derxistin. Li Xakurkê bişkê wê tewahî Kurdistanê de plansaziya wî –Projeya Çokdanînê- tasfiye bibe.
Ger ciwanên Kurdistanê ji berxwedanekî ku dagirkirina Xakurkê vala derxe re pêşengtî bike, ji berxwedana lehengî ya gerillayan re hevkarî bike, di hemû parçeyan de vê bikaribe bike wê êdî tiştê ku TC bike namîne. Ne tenê hilbijartinên Stenbol’ê êdî ruyê wan nemine ku nekaribin derkevin nav mirovan. Êdî ne ya Erdogan ne jî Bînalî ya koma faşîst nekaribe li Kurdistanê bigere. Tiştê ku ciwanên Kurdistanê bike diyar e. Di zemîna herî radîqal de tarza tekoşîna herî radîqal esas bigire. Berpirsiyarê xwe di vê çarçoveyê dest bigre.”
Herî dawî tiştê ku hûnê diyar bikin, binirxînin heye?
“Ji bo pêvajoyên ji vir şunde jî derbasdare ku jixwe peyama vê têkoşîna 41 salî diyar e. Ku me di wê aliyê de niherî divê ciwanên Kurdistanê helwesta li dijî peywirên têkoşînê ve û şert û mercên herî dijwar re xwe berpirsyarî bibîne. Ciwanên Kurdistanê divê tucar li nav bendewariyan de nemîne. Divê nirxandinên ‘ gelo ez çawa bikim û çawa bibim an jî ka ez vê pêvajoyê bişopînim û..hwd’ di rojeva ciwanan de tune be. Gerek ciwanên Kurdistanê ewqas li ser sîyaset û pêşketina bûyerên sîyasî re guh nedin. Ciwanên Kurdistanê; bi her tişt û aliyê ve kesayeteke şoreşger e. Nasnameya wan şoreşgerî ye. Li bakurê jî li Ewropayê jî li hemû perçeyên Kurdistanê de jî wisa ye û pêwîst e tevlîbûna pêvajoyên din re jî wisa be.
Jixwe wateya ciwanî wateya şoreşgerî ye. Şoreşgerî bê çi wateyê her wiha ciwanî jî tê wê wateyê. Bergeh û nerîn jî divê wisa be. Heger li cihekê de têkoşîna me yê dijminê bikeve nerîneke cuda hewce ye ciwanî li pêşî de ji bo pengav, rê û rêbazên re bibe bersiv. Ji bilî wê divê pêşketinên bûyerên mewcûd ne têra wan bike û divê ji xwe re her pozîsyonan re pey nederxîne. Rastiyeke jî heye ew jî hewl didin ku kurdan nav hevûdu da bixin dabeşkirî. Pêwîst e li dijî wê hemû ciwanên Kurdistanê baldar û hişyar bibin. Divê têkoşîn bikin ew jî divê bi rêxistin têkoşîn bikin. Rêberî ji bo wê perskeftîfek bi firehî pêşkêş kiriye. Divê hemû kes li ser fikr û ramanên Rêberî re bi dubare çav li xwe û asta rêxistina xwe re bixe. Heke ku wanan bikarin çêkin ne ordiya Tirkan yê faşîst ne jî bi mîlyonan leşker komik çêkin dîsa jî vê vîn naşikê.
Êdî pîştî vê pêvajoyê çi bibe bila bibe, li ser êrîşên jî be, tiştên ku dixwazin bikin çiqasî jî berfireh be li hembera vê hêza berxwedanê re têk diçe. Ciwanên Kurdistanê bi wê vîn û bibiryarî re xwedî hêza pûç kirina wan hemû tiştan e. Li dijî vê faşîzmê, têkoşîna ji bo ciwanên Kurdistanê re herî bibandor çiyayên Kurdistanê ye. Li bal gerillayên Kurdistanê û tevî têkoşînê bibe. Ji bo bilindkirina têkoşînê divê hemû kes bi cepheya gerillayê re yekpare bibe. Çiyayên Kurdistanê şûna ser hildanê ye. Ger ku bixwazin berxwedan bi awayekî bişeml bê meşandin, ger bixwazin dijmin bi heybetîya gerillayê ve tarûmar bibe nexwe her ciwan aliyê xwe ji bajarên bizivirînê çiyayan û dengê têkoşînê li çiyayan bilind bike.
Divê armanc di wê aliyê de gihiştine azadiyê be. Dîsa jî ji bo hemû ciwanên Kurdistanê re banga me; hemû kes dikare li cihê xwe jî têkoşîna xwe bide meşandin lêbelê divê ew tucar ehîl neyê dîtin.(bila têkoşîna we tucar têra we neke). Îro dewleta tirk li Xakûrkê yê bi hezaran leşkerên ve biçe êrîşê ew bi hevkariya KDP’ê ye. Û ew hevkarî ketibe rihê hin qisiman ewçax divê ciwanên Kurdistanê ewê li tu derê qebûl neke û xwe berpirsyar bibîne. Li dijî vê çerxê re berxwedaneke weke tûfan bide. Li her derê divê derî hilde û bersivên xwe pêş bixe. Heke ew wê bikaribin çêkin wê demê em ê êdî dikarin Rêberê fêm bikin em çiqas ji Rêberê bikaribin fêm bikin ewçax tecrîda li ser îmraliyê ewqas dikare bişikê û roj bi roj berxwedana azadiya Kurdistanê bêhtir diçe rêya serfiraziyê.”
NC/Andok Ozgûr