ÎDLÎB- Ev demeke dirêje ku li ser mijara S-400 nîqaş û guftugoyên dirêj di navbera dewleta Tirkiyê û Rûsya de pêş dikevin. Ji bo kirîna S-400 dewleta Tirk her cure xebat meşand, lê di radeya ku dixwest de encam negirt. Ji bo bidestxistina S-400; Tirkiyê vê carê jî herema Îdlibê xist bazarê, niha li ser Îdlib û S-400 pilansaziyên dewleta Tirk pêşdikevin û ev yek piratîkî xwe nîşan didin.
Wê Îdlib bibe berdêla S-400
Li gorî çavdêran, di navbera Dewleta Tirk û çeteyên li herema Îdlib de nakokiyên mezin rû didin, ji ber Çeteyên li wê heremê kêm be jî bi pilanên xapînok yen Dewleta Tirk hesiyane ku wê Îdlib bibe berdêla S-400. Di heman demê de êrîşên bê navber yên Rêjîma Sûrî û topbarana wê li ser heremê, nakokiyek mezin li gel Çeteyan daye avakirin, bi taybet piştî kişandina hejmarek mezin yên çeteyan ji wê heremê û ji bo şerê li dijî PKK’ê veguhestina wan ya Başûrê Kurdistan’ê, di nav gelê herema di bin kontrola Çeteyan û malbatên wan de nakokî û fikarên bê dawî û bê bersiv daye avakirin. Ev yek jî dihêle ku li Idlibê li dijî kiryarên dewleta Tirk nerazîbûn çêbibe û hin girêk vebibin.
Çeteyan Erdoğan hişyar kir: ‘Rojekê tuyê berdêlên giran bide’
Çeteyekî ku di nava tugayên Cebhet El Nusrada cihê xwe digre bi dîmenekî mesajekî dide dewleta Tirk û wiha dibêje: “Ger tu di dîwar lêkirina li ser Sînor de xurtî, bizanibe ku em jî wek xelkê Xuta di çêkirina tunelan de xurtin, ger tu difikrî ku Idlib û heremên Opizisyona Sûrî bifroşî, emê jî Rêhaniyê di nava 2 sêtan de ji te bikirin, ger te Îdlîb kiriye qurbanê S- 400 bîzane ku rojekê tuyê berdêlên giran bide’’.
Di aliyekî din de piştî ku nerazîbûnên çeteyan li hember dewleta Tirk zêde dibe, Îstîxbarata Tirkyê dikeve nava tevgerê û hemu koordînatên baregehên çeteyên ku nerazîbûn li dijî Pilanên Tirkiyê raber dikin dane hevkarê xwe Rûsiya û ew baregeh û cihên Tirkan dane tên topbaran kirin.
Çavkanî: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê