EDENE – Endamên HDP û DBP’ê, bertek nîşanî binçavkirina 35 ciwanan dan û xwestin ciwan demildest bên berdan.
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Edenê, bertek nîşanî binçavkirina endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê dan. Di daxuyaniya li avahiya partiyê hat lidarxistin de Hevserokê Bajêr Mehmet Mahsûm Erîg axivî û bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê.
Erîg, diyar kir ku ew li her derê rastî polîtîkayên êrîş û teslîm girtinê yên tifaqa AKP û MHP’ê tên. Erig, bal kişand ser polîtîkayên heyî û wiha got: “Herî zêde jin û ciwan rastî van polîtîkayan tên. Li ser vî esasî hewil didin ku bi tiryar, fihûş û pişavtinê ciwanan têk bibin. Ji ber ku ciwanên vê qebûl nakin û xebata xwe ya rêxistinê bi rêve dibin, tim rastî zextan tên û tên astengkirin.”
‘EM HIŞMENDIYA CIWANAN TERORÎZE DIKE ŞERMEZAR DIKIN’
Erig, da zanîn ku duh di sedegirtina malan de bi hincetên vale 35 endamê Meclîsa Ciwanan ên HDP’e ya Edenê hatin binçavkirin û wiha bi dawî kir: “Em jî hişmendiya hevalên me yên xwedî dîrok, nasname û çanda xwe derdikevin terorîze dikin, şermezar dikin. Divê hevalên me yên ciwan demildest bên berdan. Em baş dizanin tu sûcê hevalên me tuneye.”