BEHDÎNAN- Navenda Ragihandina HPG’ê di derheqa êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
1-Di dîroka 12’ê Hezîran’ê de di navbera seat 03:00 û 06:30 de artêşa Tirk a dagirker qada Kire Sarixsu ya girêdayê Çiyayê Tendûrekî ku di navbera Çaldiran’a Wan’ê û Bazîda’a Agiri’yê dimîne bi obûs, havan û balafirên şer ve hatiye lêdan.
Di encama van bomberdimanan de 4 hevalê meyên ku li ser erka xwe bûn gihîştine şehadetê. Nasnameya hevalên ku gihiştîne şehadetê em ê piştre bi raya giştî re parve bikin.
2- Di roja 17’ê Hezîran’ê di seatê di navbera 20:30 û 21:00 de balafirên şer a artêşa Tirk a dagirker Ji Qada Parastina Medya’yê qada Dola Şehîdan û derdorê gundê Bêpalan girêdayê herêma Qendîlêye bomberdiman kiriye.
Dîsa di roja 18’ê Hezîran’ê di seatê di navbera 10:00 û 10:30 de Gundê Tûkê ya girêdayê herêma Qendîlêye bomberdiman kiriye.
Di van êrîşan de kes ji jiyana xwe dest nedaye, lê bax û bostanên gelê herêmê zirarê maddî dîtiye.