EFRÎN- Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di derheqa rêzeçalakiyên xwe yên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:
“Di çarçoveya çalakiyên xwe ên leşkerî li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê, hêzên me li sê heremên cuda yên Efrînê sê çalakî li dar xistin.
Di dîroka 16`ê Hizêranê de, hêzên me bi çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyekî leşkerî ya girêdayî çeteyên (Ehrar El-Şam) kirin armanc li ser rêka di navbera navenda bajarê Efrîn û navçeya Cindirêsê, di encamê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn, her wiha seyareya leşkerî jî hat rûxandin.
Di dîroka 17`ê Hizêranê de, yekîneyek me çalakiyeke sabotajê li dijî navendekî leşkerî ya girêdayî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li taxa Vêlat a li bajarê Efrînê li dar xist, lê encama çalakiyê ne hat naskirin.
Di dîroka 17`ê Hizêranê de, hêzên me çalakiyeke sabotajê li hember seyareyekî leşkerî ya girêdayî çeteyên (Firqa 23) li ser rêka di navbera gundê Hemam û Haj İskender ên girêdayî navçeya Cindirêsê li dar xistin, di encamê de çeteyek bi giranî birîndar bû û seyareya leşkerî derbe xwar.”