“Xakurkê heremê çiyayiye û dikeve sêgoşeya Iraq, Îran û Tirkiyê. Xakûrkê ji duyemîn şerê cîhanê û vir de her tim malûvanî ji şer û pêvçûnan re kiriye û bûye şahidê gelek destan û efsaneyên qehremanên Kurd. Di serî de pêşmergeyên ku singa xwe dabûn ber gule û topên rejîma Baas a Iraqê, vê heremê şerên giran ên bi pêşengtiya pêşmergeyên YNK’ê û PDK7ê li dijî artêşa Iraqê jiyan kirine. Dîsa Xakûrkê êşa şerê dagirkeriya Iraq û Îranê ya di navbera salên 1980-1988’an de jiyan kiriye û rastî hemleyên weke Enfal û koçberiya yên salên 1978, 1980 û 1988’an a ji aliyê rejîma dagirker a Baas hatiye. Her wiha herêma Xakûrkê di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi pêşengtiya PKK’ê de ji xwedî girîngî û cihê pîroziyê ye. Çawa ku Xakûrk gerîlayên yekemîn ên Kurdistanê hewandin, bi vê xweşbûniyê bûye cihê egîdan û hêlîna pêngava 15’ê Tebaxê ya şerê çekdarî ya li Kurdistanê. Ji ber vê yekê herêma Xakûrk çiqas ji bo başûrê Kurdistanê xwedî giringiyekê be, heman demê ji bo gelê Bakur û aliyên azadîxwezan ve jî girîng û xwedî stratejiyekê mezin e.
Bêguman êrîşa dagirkeriya Tirk a ku qaşo navê “Tevgera Pençeyê’ lê kiriye, ne êrîşa yekemîn e û ne jî ya dê ya dawî be. Ev herêm ji sala 1983’an ve rastî topbaran, şewtandin û xirakirina erdnigariyê tê û her car xwestine derbasî Xakûrkê bibin. Lê her tim rastî berxwedaneke bêhempa ya gerîlayên azadiyê hatine. Şahidê vê berxwedanê ne tenê kurdin, her wiha mirovahiya cîhanê jî şahidin. Dîsa her darek, kevirek û kaniyek û çemê Xakûrkê ev yek dîtiye û jiyan kirî, navên wê weke pîrozbahiyekê li xwe kiriye. Geliyê Azadiyê, Bûxaza Şehîd Elî Dirêj, Şehîd Bêrîtan, Şehîd Ehmed û girê Şehîd Derwêş sembolên di mejiyê mirovan de hatine neqişandin. Her yek ji van navên me anîn ziman bûne destan û efsaneyên qehremaniyê ji bo civaka Kurdistanê û bûne tirs û xov ketine dilê dijmin.
Di vê çerçoveyê de dema mirov pêngava dagirkirina herêma Xakûrkê ya dawî dinêre, gerîlayên PKK’ê an go şervanên azadiyê li dijî mêtingeriya Tirk bi çalakiyên nimûneyî û fedayî destanan dinivîsinin. Bi van çalakiyên şervanên azadiyê yên li ser girê Lelikan, Boxaza Eliyê Dirêj, Girê Kevurtê û girê Şehîd Derwêş her roja derbas dibe rastiya faşîzma Tirk û mêtîngeriya wê radixe ber çavan. Li ser mêtingeriya tirk a li ser Xakûrkê re 20 roj derbas bûn, her roj û her gav ragihandina Tirk windahiyên qaşo yên gerîlayên PKK’ê ne didin ragihandinê û raya giştî pê dixapînin. Weke her car lewaziya artêşa dagirker û amûrên AKP’ê yên şerê taybet ketin dewrê û yek bi yek vala derdikevin. Weke mînak di çalakiyên Girê Şehîd derwê de dagirkeriya tirk windahiyên xwe veşartin. Dîsan qaşo di serdegirtina li ser bajarê Colemêrgê de gerîlayekê PKK’ê yê ku çalakiya 2015’an li navçeya Beşîktaş a Stenbolê li dijî polîsan pêk aniye didin nîşandan. Lê em bînin bîra xwe di wê demê de û piştî sê salan û dema êrîşên ser Xakûrkê de van nûçeyan derbas dikin, ya balkêş û sosret jî ewe ku 48 windahiyên xwe yên çalakiya Beşîktaşê didin û ji wan jî 36 polîs în. Bi vê yekê diyar dibe ku faşîzma Tirk ne tenê bi artêşa xwe û amûrên leşkerî, ji bo sendroma xwe ya Xakûrkê veşêre hemû rê û rêbazên avakirina hişmendiyê jî xistiye dewrê. Bi nûçeyên xwe yên derew û xapandinê dixwaze civaka tirk motîveyê şerê li dijî gelê Kurd bike û aliyê divê mêtingeriya li ser Xakûrkê ya vê demê îstîsmara ji bo hilbijartina Stenbolê û veşartina têkçûna polîtîkaya faşîzane ye. Lewra hesabê malê û sûkê hev negirtin. Li cihê li dijî şervanê azadiyê li Xakûrkê serkeftin bi dest bixe, berovajî vê yekê her kêlî li dijî çalakiyên şervanên HPG’ê sendromê jiyan dike.”
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê – Adnan Mustafa