EDENE – Wek navend Edene û bi vê re girêdayî li herêmên wek Antalya, Nigde û Mêrdînê din di serdegirtinên malan de polîsên faşîst ên tirk endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê jî di nav de gelek kesî binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin ji milê Serdozgeriya Komarê ya Edene birin Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan ya Edeneyê û li vir lêpirsina wan domand. Ciwanên hatin biçavkirin beşek ji wan hate berdan, lê hin jî 5 jê zarok nêzî 30 ciwan li emniyetê tê sekinandin. Ji bo lêpirsinê jî biryara ‘veşartî’ hate dayin.
Ji ber biryara sînorkirinê parezêrê endamê Meclisa Ciwanên HDP’ê nikaribûn hevditîna pêk binin. Piştî 24 saetan parêzêr çûn ji bo hevditînan.
Li gorî agahiyan kesên hatine binçavkirin 5 jê zarok 30 ciwan hin îfadeya wan nehatiye girtin. Di çarçoveya lêpirsinê derheqê hindek kesan biryara girtinê hatiye stendin û ev gerandin hin didome.
Navê hindek kesên ku binçav de ne wiha ne:
Berpirsyarên navçeya Edene ya DBP’ê Halit Şaşmaz û Bayram Ektiren, Nuda Doğan, Burhan Erol, Mahmut Kaplan, Orhan Gümüş, Pınar Bozan, Helbest Canel Olgaç, Muhammed Enes Sezgin, Ahmet Ay, Şahin Ayriç, Cigerxin Güven, Serhat Demir, Yasin Çiğdem, Melike Yeşil, Saadet Çelik, Berfin Doğan, Salih Filiztek, Doğuş Kanter, Barış Aydın û du kesên ku paşnavê wan naye zanin Botan û Amed.