NAVENDA NÛÇEYAN
Polîtîkaya hilweşandinê ku ji pergala yekemîn a şaristaniyê ve dest pê kiriye di heyama kapîtalîzmê de gihîştiye lûtkeyê. Neçêtî, xwestin ku li ser civak û hunerê serdest bibe. Rewş niha cankêşiya ciwan û hunerê ye. Civakê bi ciwanan re, jiyana hunerê jî ji hunerê re xistin e. Îro, bi sînemayê, muzîk, wêje, wêne û şanoyê re tiştên ku dixwazin werin kirinê li holê ne. Serfermandarê hunermendan, mixabin êdî pere ye. Bi riya huner, werzîş û seks ve tê xwestin ku ciwan werine dîl girtin û civak jî bêçare tê hiştin. Niha ol û îman bûye pere. Manewiyat ji mirinê re hatiye hiştin. Hunera nîgaşî ya cîhana bûjeniyê, cîhana manewî û hunera rasteqîn dike bifetisîne. Bi lêdana ciwanên civakê ve, tê xwestin ku civak bêhilm bimîne. Huner tê serobîno kirin û ji bo çilvirandina ciwanan hatiye peywirdar kirin. Bi zelalî civak dixwazin dîl bigrin. Rola çand û hunerê ku kapîtalîzm daye wê, yek ji encamekê fikirandinê ji karê civakê derxistinê ye. Huner û hunermendên ku hê jî pêwendiyên wî/ê bi gel re hene û xwediyên cîhana xeyalan û utopya nin jî dixwazin mehkûmê cîhana nîgaşiyê bikin. Mirov û hunerên wan, heke ji cîhana manewî ya civakê mehrum bibe, tenê bi karên rojane re mijûl bibe. Bi çilvirandina hunerê ve kutalkirin û wek biresera berxwarinê pêşkeşkirina wê ya li bazarê û ew kirina wek kutala dan û standinê, tenê rojanekirina hunerê ye. Di cewherê xwe de jî ev nabe “huner“. Mînakên ên herî baş, muzîk, fîlm, rêzefîlm û klîpên ku ji bo ketandina civakê tên parvekirinê ne. Çend klîp û muzîk tên temaşekirin û stran tên guhdarkirin; gelo çend ji van mayînde dibin û nayên jibîrkirin? Berevajî vê, ciwan ji civakê qut dike. Wek jehrek li laşê berbelav dibe û dil û mêjiyê dikuje.
Ciwan û huner diviyabû ku pêşengiya civakiyê kiribana lê divê têkiliyên wan bi kapîtalîzmê re baş were dîtin. Di civak û hunerê de karesata mezin, bêesilkirina wan e. Bi riya ciwan û hunerê bêesilkirin jî îxanet e. Rewşa vê ya herî şênber jî rasteqîniya Modernîteya Kapîtalîst e. Jiyana pîroz û huner ku divê neyên xerakirin û mayînde bimîne, ji aliyê kapîtalîzmê ve tên bênasnamekirin. Ji xwebûna derdikeve û dibe tiştekî din.
Çanda Kurd, Paşêroja Mirovahiyê di PKKê de Zindî Dibe
Ji bo Çanda Kurdan, em dikarin bêjin teybetmendiya wê ya herî girîng, di wext û wargehê de hemû çanda şaristaniya demokratîk xwe spartiye vê çandê. Gotina Çanda Kurd, tê wateya paşêroja mirovahiyê ye. Herî bingehîn a bîra çandî, di çanda Kurdan de heye. Di vî zimanî de ku neynika çandê ye, ev tişt bi zelalî li holê ye. Erdnigariya ku Çanda Kurd lê ye, ji bo afirîneriya çandî wek erdnigariyek navendî, ji bo demînî jî îfadeya çandîbûna ewilê ye. Cudahiyên ku di hemû çandan de hene, di Çanda Kurd de hîn rehdar e. Resenbûn, teybetmendiya ya herî karakterîstîk a Çanda Kurd e.
Di PKKê de ev yekoyek hatiye haveynkirin. PKK, hêza navendî ya pergalekê alternatîf e. PKK, bi şêwaza xwe yê jiyanê ve li hemberî kapîtalîzmê ku agahiya qiyameta civak û xwezayê dide, alternatîf e. Dij-kapîtalîst e û bi ser de dij-modernîst e. Di jiyana xwe de pîvanên xwe yê pêjirandin û nepêjirandinê heye. Di vê bingeha alternatîfbûyînê de, di PKKê de, ji bo mirovahiyê lêgerîna hêviyê, ji jiyana rast û azad re bersivbûyîn derbasdar e. Ji ber vê yekê PKK, li dervayî pergalê ye. Bi xwerûtî, dilsozî û bêberjewendbûna xwe ve mirovê/a PKK, li gorî kesên ku kapîtalîzmê dijîn cuda ne. Di wê/î de rastiya “ji bo gel heye û ji bo gel dijî“ heye. Wek rûspî, hozan, ebdal û ewliyayên Rojhilata Navîn, PKK’iyan jî wek kesekî Kurdistanî û Rojhilata Navînî, ji bo azadiya civakê dijîn. Tevgera me yê Azadiyê, ji dîroka xwe yê ku her keliyê wê bi têkoşînên mezin ve têjî ye re ciwan dest pê kir. Şoreşekê hişmendî ya civakî ku belku ji bo civakekê herî zor û heke pêk were jî ewqas mayînde çêkiriye. Şoreşa civakî ku gelê Kurd bi pêşengiya PKK tîne, şoreşek dîrokî û divê rast were fêhmkirin e. Ev şoreş, şoreşekê çandî ya ciwanan e. Jiyîna şoreşa hişmendiyê ku bi pêşengiya ciwanên Kurd pêk tên, bi qasî gelê Kurd, ji bo gelên cîhanê jî girîng e.
Meşa ku Rêberê me di salên 70’iyan da daye destpêkirin, niha bi tevlîbûna mîlyonan didome û her ku diçe mezin dibe. Têkoşîn û jiyana wê ya birêxistinî, di destpêkê de wek kom piçûk lê wek îdeolojîk bi awayekî çalak dest pê kir û îro jî bandora xwe li ser mîlyonan kiriye û di asta civakî de jî tê jiyîn. Birêxistinbûn û biyekbûn a ku gelê Kurd di kurahiya xwe de pêwîstiya wan hîs dikir, bi coş û moralê, fedakariyê, jêhatî û lehengiyê û berxwedanê ku Rêberê ciwan û qadroyên pêşeng avakiribûn re gihîşt û li Kurdistanê jî jiyan bi şerkirinê hatiye qezenckirin. PKK, wek tevgera ciwanan pêşengî kiriye û derbasî li Rojhilata Navînê û li Kurdistanê heyameke dîrokî ya têkoşînê bûye. Were zanîn ku mirovên ku pêşengiya heyama nû bikin û bimeşînin ciwan in û ev mirovê ciwan jî di PKKê de bi berxwedana mezin û kedê re hatine xwedîkirin. Rêbertî, mirovên ku li PKKê derketinin holê, wek çalakiyek hunerî girtiye dest. Çalakiya afirandinê yê wisa, tê wateya ji nû ve avakirina civakê. Mirovek nû û azad, jiyan û çandek azad e. Di qada civakî, aborî, siyasî, çandî û dîplomatîk de heke her qad rola xwe bileyize û di nava ahengiyek de bibin, wê demê ev çand, çandekê mayînde bibe. Heke kêmasiyekê qadekê were jiyîn jî, di demek kin ne lêbelê di demek dirêj de pirsgirêk û nexweşiyan derxîne holê û bandora xwe li ser qadên din jî nîşan bide. Mînak; civakekê bêhuner ne pêkan e. Wek pêşengên civakê ciwan, divê di qada hunerê de jî pêşengtiyê bike. Ciwan, bêhuner nabe. Civakekê azad a bêhuner, bêwêje, bêwêne, bêmuzîk û bêşano nayê fikirîn. Bingeha civaka azad ciwanên azad e, hunera ciwanên azad jî şoreş û hunera azad e. Ev rewş, çawa ku civakek bêpolîtîqa û bêaborî nabe, weke wê ye. Ji ber vê jî divê ku rêgez û pîvanên jiyana nû û nirxên cewherî û her wiha teybetmendiyên mayînde û bingehînê ku Tevgera me yê Azadiyê afirandiye, çawa ku li her qadên jiyanê tên jiyîn, di qadên çand û hunerê de jî werine jiyîn. Bingeha parastina fizikî û çandî ya civakî, ciwanên şoreşger û huner e. Xebatên aborî, dîplomatîk, siyasî û civakiyê û pirsgirêkên dibe ku ji van qadan derkevin holê, her û her sekinandina li ser van qadanê hewcedar dike. Lê li gorî naveroka vê nivîsê em dixwazin di derbarê ciwan, huner û çandê de hinek tiştan bêjin.
Bes hunermend û ciwan, bila bizanin ku bi ku ve biherikîn. Mîna agirgehên Zerdeşt û bexçeyên ronî ya Manî, çawa ku lê jiyana azad hatiye strandin û bi ronahiyê ve hatiye mezinkirin, em jî dikarin bi zanakî bijîn. Ji bo vê ewilî watedayîn hewce ye, zanîna çi bêwate ye hewce ye. Heke tiştên bêwate bên zanîn, wê demê tiştên watedar çi ne û li ku ne em hîn hêsantir bibînin. Wê demê bi şêweya hozanek an jî dewrêşek û bi seknek helbestî ve em dikarin jiyana demokratîk bijîn û bimeşin jî. Ji saziyên me yên çandî û siyasî bigrin heyanî bexçeyê me, ber dûkanekê ji riyên gundan heyanî kozikekê gerîla her der di ber çavên me de veguhere jiyan û qadek zindî. Çawa ku em wek exlaqî çi rast an jî çi xelet e ji hev cuda dikin, başiyê zêde dikin, wek ciwanan jî bi hunerê re çi bedew an jî çi nebedew e dikarin derxin holê û dikarin bedewiyê bijîn jî. Bedew, yê civakî ye. Ji ber ku xweşikahî cewherî ye û di rûyên her gerîla de jî ew diteyise. Gerîla dibêjin, şervan; şervanê/a ya jiyan, hunermendê/a ciwan a bi xwe ye.