MÊRSÎN – Di serdegirtinên malan ên li Taxa Kargipinar a navçeya Erdemlî ya Mêrsînê de, 3 HDP’î hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Erdemlî Îsa û Şerefettîn Ket û Hasan Aslan ên hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê tên girtin.
Derbarê hinceta binçavkirin 3 HDP’iyan de tu agahî nehatin dayîn.