AMED – Polîsê bi navê K.B. ku Recep Hantaş li Amedê kuşt hatibû girtin, li gel ku sûcdariya wî girane jî lê hat berdan.
Li Parka Sumerê ya li navçeya navendî ya Yenîşehîra Amedê di 14’ê Nîsanê de polîsên dagirker ciwanê bi navê Recep Hantaş (20) qetilkiribû. Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina Hantaş de polîsê dagirker bi navê K.B. ji sûcê “Biqisûr û zane kes kuştiye” hatibû girtin. Derket holê ku polîsê kujer hatiye berdan.
Parêzerê polîsê sûcdar, Mustafa Demîr serî li dadgehê da û îtîrazî girtina miwekîlê xwe sûcdar kir. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îtîrazê nirxand û di 24’ê gulanê de bi biryara ne girtî bê darizandin berdana polîsê kujer K.B. da. K.B. piştî girtina 40 rojî hat tahliyekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di salên dawî de gellek polîsên ku zarok, ciwan û sivîl kuştin hemû piştî girtinek kurt tên berdan û di darizandinan de cezayên wek xelatan didin wan an jî tên beratkirin.